Gelo wê çawa çekên kîmyasal bigihêjin destê çeteyên DAIŞ`ê?

AZÎZ KOYLUOGLU

Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê danûstandinên opozîsyona Sûriyê ya binavê Sûrî Sûrî hat lidarxistin û çareserî li ser şerê navxweyî hat nîqaşkirin. Di heman demê de jî dewletên ku li ser parçekirina Sûriyê şerê hev dikin jî li Astanayê kombûn.

Di civîna Astana`yê de, Rûs, Îran û Tirkiye ku ev demeke dirêje li ser Sûriyê bazarên qirêj dikin, hêzên demokratik yên Bakûrê Sûriyê kirine rojeva xwe. Di demek wiha de Wezareta Parastina Rûsyayê daxuyaniyek da û îdîa kir ku DAIŞ ji bo ku bi çekên kîmyasal êrîşî Hêzên Sûriya Demokratîk bike, 11 kesên pispor yên ji derveyî Sûriyê anîne û çekên kimyasal bi wan amade dike.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ku di ragihandina Rûsan bû rojev, cihê ku çekên kîmyasal lê têne amadekirin gundekî li herêma ku dibin serweriya rejîma Sûriyê de ye û berê wek nexweşxanê dihat e bikaranîn. Lê balkêşe ku Rûsya ya ku hemû agahiyan bi destxistiye li dijî çeteyên DAIŞ`ê nakeve nava tu hewldanan.

Di şerê li Sûriyê yê 7 salên dawî de gelek caran çekên kîmyasal hatin bikaranîn yan jî wek hatin bikaranîn hatin nişandan. Li Sûriyê ji aliyê rejîma Sûriyê ve bi destûra Rûsyayê gelek caran li dijî komên çeteyan çekên kîmyasal hatin bikaranîn. Komên çeteyên yên girêdayî dewleta tirk a dagirker jî bi taybet li Heleb li dijî YPG’ê sala 2016’an li taxa Şêxmeqsûd çekên kîmyasal bikaranîn. Paşê rejîma Sûriyê û Rûsya li dijî Idlibê êrîşên xwe dijwarttir kirin. Bikaranîna çekên kîmyasal careke din kete rojevê. Dewletên Rojavayî şiyarî dan rejîma Sûriyê û Rûsyayê ku çekên kîmyasal bikar neyînin. Lê heman Rûsya îdîa kir ku çeteyên li Idlibê çekên kîmyasal amade dikin ji bo ku êrîşî cihên di bin serweriya rejîma Sûriyê de ne, bikin. Paşê di peymana Soçî ya dinavbera Rûsya û Tiriyê de ev rojev jî hate paşguhkirin.

Piştî du mehan ji peymana Soçî, li Helebê ya di bin serweriya rejîma Sûriyê de ye, hat îdîakirin ku komên çete yên li rojavayê Helebê bicihbûn, bi çekên kîmyasal êrîş pêkanîne. Di wateyeke din de tişta Rûsya got pêk hat. Çavdêrên pispor yên Sûriyê dibêjin berî civîna Astana îdîayek bi vî rengî ne ji rêzê ye. Tê gotin ku, kê ji vê jî sûd girtibe ew di pişt vê êrîşê de ye.

Di civîna astana de di navbera dewletên ku li ser sûriyê bazarên qirêj dikin de çi tê nîqaşkirin û çi pilan tên tevgerkirin bi temamî nayê zanîn. Lê di demeke wiha de Wezareta Parastinê ya Rûsyayê agahiya ku DAIŞ`ê xwe amade dike ku bi çekên kîmyasal êrîşî Hêzên Sûriya Demokratîk bike, belav dike.

Ev agahî ne weke ku hatiye bihîstine, bi hejmaran kes, navê gund û navendên ku kîmyasal lê amade dikin wek nexweşxane bi detay tê belavkirin. Daxuyaniyek bi vî şeklî jî gelek pirsan bixwere derdixe.

Pirsa sereke: Gelo di civîna Astana de biryar hate girtin ku birêya DAIŞ’ê û bi alîkariya Rûsya û rejîma Sûriyê êrîşek kîmyewî li dijî Hêzên Sûriyê Demokratîk pêkbînin?

Heger ku di destên çeteyên DAIŞ`ê de çekên kîmyasal hene gelo çima heta niha bi kar ne aniye?

Heger ku rast be, çekên kîmyasal di destên DAIŞ`ê de hebin, gelo çima Rusya tevî ku ewqas agahiyên berfireh girtiye, nakeve nava tu hewldanan?

Mirov dikare pirsên der barê vê mijarê de zedetir bike. Lê divê were zanîn ku heger li Dêrazorê çekên kîmyasal werin bikaranîn, ji sedî sed hin hêzên cîhanî û herêmî ku piştgiriya komên terorîst dikin jî wê hevparê ve tawanê bin.   


Mijarên Din