Gelo wê peymanên Tirkiyê yên girêdayî Idlibê hilweşin?

Di demekê de ku geşedanên girîng li tevahî Sûriyê û bi taybet li bakurê wê rû dide, mijara peyama sîstema parastinê S 400 ya Rûsî ku Tirkiye dixwaze bikire ketiye rojevê. Dibe ku ev yek di demên pêş de herêmê ber bi suprîzeke leşkerî ya giran ve bibe. Hin agahî hene jî dibêjin ihtîmal heye Tirkiyê vê peymanê taloq bike. Ji bo ku hevalbendê xwe yê sereke di NATO de yanî Amerîkayê razî bike. An jî çareseriyeka ku her du aliyan razî bike peyda bike. Lê rêveberiya DYA‘yê vê yekê bi ti awayan qebûl nake û bi israr e ku divê Tirkiye biryar bigre an li cem wî yan jî li cem Rûsya yê be. Tirkiyê jî neçar maye ku ji van her du berbijêran yekê hilbijêre, yanî yan S400 (Rûsiya)  an jî F 35 (Amerîka).

Lê her du berbijêr jî ji Tirkiyê re tehl tên, nemaze ku di salên aloziya Sûriyê de xwe xist hewlesteke şerm de û têkiliyên xwe bi du hêzên sereke yên cîhanî (DYA û Rûsya) lewaz kir. Tirkiye dibîne ku heger peymana sîstema parastinê ya Rûsî hilbijêre dê di encamê de têkiliyên xwe yên bi DYA‘yê re bi temamî qut bike. Ev yek dê bandoreke erênî li destekdayîna leşkerî û lojîsîkî ya ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bike û dibe di siberojê de jî DYA û welatên cîhanê îtîrafê bi vê hêzên bikin. Ev yek jî dê di encamê de rê li ber îtîrafkirina bi rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî were veke. Mîna herêmên Bakurê Iraqê (Hêrêma Kurdistana Iraqê) ku Tirkiyê jê ditise û wekî xeteriyekê li ser ewlehiya xwe ya netewî dibîne.

Tirkiyê peymana moşekên Rûsî (S 400) îbtal kir, dibe ku hemû peymanên xwe yên bi Rûsya û Îranê, wekî peymanên girêdayî encamên civînên Astana û Soçî xirab bike. Ji wan peymanan girêdayî çarenûsa parêzgeha Idlibê ya bakurê Sûriyê û ya herêmên "Bê çek" ku di encama hevdîtina Soçî ya di navbera serokê Rûsya Vlademir Putin û serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan de derketibû de, herêmên di bin serweriya hêzên rêjîma Sûriyê û yên di bin serweriya  komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê de hatin cuda kirin.

Li gel îsrara Amerîkayê, dê paradîgmeya Tirkiyê dirêj neke. Zû yan dereg dê hevsengiya wî ya şermok hilweşe. Di encamê de rê li ber teqîneke leşkerî di navbera hemû aliyên bi nakok ên li ser Idlibê (navxweyî, herêmî û navdewletî) veke.

Heger tiştek wisa çêbibe, wek tê zanîn li parêzeha Idlibê derdora 3.5 milyon kes bijîn, yanî herêm di navbera bi dehan komên çekdar û rêxistinên terorîst wekî Heyet Terîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê) û DAIŞ ku di lîsteya cîhanê ya terorê de ne, were dabeşkirin. Wê çaxê Idlib dê bibe qada şerê cîhanî. Dê li aliyekî Rûsya, Îran û alîgirên wê rêjîma Sûriyê, li aliyê din jî Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ ku DYA‘yê serkêşiya wê dike. Bi taybet piştî ku gelek sînyal û agahiyên îstîxbartî belav bûne ku dibêjin hejmarek ji fermandarên refa yekemîn a DAIŞ ber bi Idlibê ve, an jî ber bi Tirkiyê ve çûne, li Idlibê ne.

Wekî tê zanîn,Tirkiye ya ku destekê dide komên tundraw li dirêjiya parêzgeha Idlibê 14 nuqteyên leşkerî yên çavdêriyê ava kirine. Lê heger Rûsya û hevalbendên wê gaveke leşkerî li herêmên Sûriyê, di nav de Idlib jî bavêjin wê demê Tirkiyê dê hemû nuqteyên xwe winda dike. Heger êrîş pêk werin jî dê komên girêdayî Tirkiyê lê biqulibin. Di encamê de peymanên wê yên li ser Sûriyê, ji Idlib, Efrîn, heta Ezaz, Bab û Cerablusê xirab bibin.

Di encamê de, diyar dibe ku herêm ber bi şerekê nû ve diçe. Ev şer dê ji yên 8 salên dawî girantir be û dê Idlib jî meydana şer be. Çarenûsa siberoja Sûriyê ji wir diyar dibe. Ji ber vê yekê gelê herêmê li ber du berbijêran e. An parastina erdîngariya yekbûyî ya Sûriyê û rizgarkirina hemû herêmên ku Tirkiyê dagir kirine an bike, an jî dê xurtkirina dabeşkirina heyî û Sûriye vegerandina serdemê berê hilbijêre.

(bb)

ANHA