Gelo yekitiya Kurd armanc e, an rêbaza pêkanîna armancê ye?

Aliyên Kurd ên danûstandinên "Yekitiya Kurd" li dar dixin hin şertên ku aliyekî diyalogê danîne eşkere kirin. Ji wan şertan jî ku mîna binketina diyaloga Kurdî-Kurdî ye û wiha ye; Rakirina meteryala Kurdî da ku yekitiya Kurd pêk were.

Ji wê zêdetir jî, hinceta wan a rewakirina şertên xwe ye ku rejîm û opozîsyon bi meteryala kurdî itîraf nake. Ev hincet ji gunehê kirêtir e…li vir jî pirsa ji wan ew e ku çi sûdê yekitiya Kurd heye, heke ji yek şertên wê yên pêkanîna yekitiyê rakirina zimanê kurdî ye? Lê ji dêvla wê diviyabû şertên we berovajî bûya? Anku ji şertên herî girîng ew e ku têkoşîna bi hev re ji bo itîrafkirina bi zimanî kurdî û meteryala wê bûya?

Piştre çawa aliyek idîa dike ku Kurd e û li ser metoda nîştimaniya kurdî dimeşe, şertên pêkanîna yekitiyê datîne ku perwerdeya bi zimanê kurdî anku bi zimanê dayikê rabe? Êdî ez nizanim têgeha nîştimaniyê li gel wan çi ye, heke itîrafa rejîmê û opozîsyonê li gel wan ji parastina ziman û kesayeta Kurd girîngtir e?

Lê di bingeh de nabe mîna vê şertê di danûstandinên navbera her du aliyên Kurd de bê danîn. Heke Kurd dixwaza rakirina perwerdeya bi zimanê xwe di danûstandinên hundirîn de dike, gelo dema ew piştî yekitiya Kurd çêbû ku biçin danûstandinê, ji şertên aliyên dijber re ji bo dozên xwe çi hiştin. Ev şert mîna şewitandina kaxiza herî girîng a danûstandinên pêşerojê bi rejîm û opozîsyonê re ye. Gelo dê çawa ev Kurdên ku xwe kirine yek di pêşerojê de daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî li Sûriyê bikin û wan bi xwe rakir û itîraf bi zimanê xwe nekir?

Heke em bixwazin tevahî destkeftiyên Kurd li ser meramiya kesên itîrafê pê bikin û itîrafê pê nakin bipîvin, ev yek nezaniya siyasetê bi xwe ye. Anku heke em angaşt bikin her tiştê ne itîraf kiriye, wê demê em doza Kurd jî ji bingeh de rakin û vegerin nuqteya sifirê û bila rejîmên destpot li ser gelê Kurd desthilat bin. Ji ber doza Kurd jî pê nayê itîrafkirin. Gelo sûda yekitiya Kurd çi ye, heke encamên wê vegera Kurd li nuqteya sifirê ye?

Bi vê yekê ev aliyê Kurd ê ku şert daniye, bi xwe re nakok e. Gelo çawa dixwaza di tevahî saziyên Rêveberiya Xweser de yên ku li gel rejîmê, opozîsyonê û cîhanê ne itîraf kiriye, bibe şirîk. Wê demê tu pirsgirêka itîrafê li gel wê tune ye, heke nîv-nîv radest birin. Lê belê bi hinceta pê nayê itîrafkirin, daxwaza rakirina zimanê kurdî dike? Gelo dê çawa qebûl bikin ku piştî "lihevkirin û yekitiyê" bi şêniyên li sazî û rêveberiya neitîrafkirî kar dikin re, bixebitin û mûçeyan jê wergirin û li aliyekî din jî bang li ciwanên gelê Kurd dikin xwendina li dibistan û zanîngehên Rêveberiya Xweser berdin ji ber bawername û dîplomayên wan neitîrafkirî ne? Pirsa me ji wan, me têrê nake hûn û şirîkên xwe yê di rêveberiyê itîrafê bi wan dîplomayên kurdî bikin? Û kesên dîploma wergirtin di saziyên we de bixebitin? Na belkî wê demê jî hûn şertên karkirinê ji xort û keçên gelê Kurd re di saziyên xwe de deynin, ku divê dîplomayên wê li gel rejîm û opozîsyonê itîrafkirî bin?

Lê na heke hinceta we ku ev meteryal niha îdolojîk e, ev mijareke din e dê piştî yekitiyê were çareserkirin, anku piştî itîraf bi mafên kurdî bibe. Wê demê em dikarin meteryalê bi rêya avakirina komîteyên yekalî û pispor ku xwe bispêrin bingehên zanistî biguherin. Ne ku em tevahî rakin û her tiştê ku heta niha hatiye avakirin hilweşînin. Lê belê divê em destpêkê bibin yek û piştre çewtiyan sererast bikin. Ne ku em daxwaza hilweşîna maf û destkeftiyan bikin ku ew jî wek şertê pêkanîna yekitiyê ye.

Di demekê de ku gelê Kurd li benda yekitiyê ye û bi eşq li vê yekitiya Kurd dinêre û mafên xwe bistînin da ku itîraf pê bibe, em dibînin ku şertên yekitiya berovajî hêviyên gel in!

Divê yekitî bibe rêbazeke pêkanîna armancê, ne ku em armancan hilweşînin da ku yekitiyeke vala pêk bînin.

ANHA


Mijarên Din