Generalekî Îsraîlê ji ber çalakiyên Hizbullahê gef li Lubnanê xwar

Generalekî artêşa Îsraîlê şeva derbasbûyî ji ber çalakiyên Hizbullahê yên li ser sînorê bakur ê bi Îsraîlê re, gef li dewleta Lubnanê xwarin.

Generalekî Îsraîlê Yoel Strick got Lubnan dê berdêleke mezin der barê binpêkirinên Hizbullahê yên li ser sînorê bakur de bide, vê berdêlê ne tenê dê Huzbullah bide, dê hemû Lubnan bide.

Li gorî rojnameya Yedioth Ahronoth a Îsraîlêî generalê ku gef xwariye, fermandarê herêma leşkerî ya bakur e ku dema erka xwe bi dawî bûye û teqez kiriye ku Îsraîl li hember Hizbullahê heta demeke dirêj li ber xwe nade.

Her wiha Strick got şaş e ku ew Hizbullahê ji Lubnanê qut bikin, ji ber ku partî lîstikvanê siyasî ye û parçeyek ji saziya desthilatdar a li Lubnanê ye. Strick anî ziman ku ger Hizbullah çalakiyên xwe dewam bike, dê şer li dijî Lubnanê ragihînin.

 (jo)

 


Mijarên Din