‛Ger li gorî perspektîfan tev negerin, tenê pêketineke vîrusê jî têrê dike ku belav bibe’

Pisporê nexweşiyên sîng bijîşk Seed Ezedîn îşaret pê kir ku divê mirov ava fêkiyan ku tê de vîtamînên pergela parastina bendî xurttir dikin vexwe, her wiha li ser paqijiya kesayetî û giştî baldar bin da ku xwe ji koronavîrusê biparêzin û got "Tenê kesek bi vîrusê ketibe, heke tedbîrên parastinê pêk neanîbin, têrê dike ku vîrus belav bibe."

Wek tedbîrên parastinê da ku koronavîrus berbelav nebe, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya derketina derve ji 23’yê Adarê de bi dema 15 rojan li tevahî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ferz kir.

Ev tedbîr piştî rêxistina tenduristiyê ya cîhanê ragihand ku koronavîrus bû krîzeke cîhanê û di encamê de gelek rewşên mirin û pêketinê pêk hatin.

Pisporê nexweşên sîng û pişûvedanê Dr. Seed Ezedîn Hisor der barê pêwîstiya pêkanîna qedexekirinê de wiha got: "Em dikarin vê vîrusê bi rêya parastina sînor bi awayekî baş nehêlin derbasî herêmên me bibe, ew jî divê dergehên sînor li pêş kesên li welatên wan vîrus belav bûye û dixwazin derbas bibin, bên girtin."

Seed Ezedîn diyar kir ku heke şêniyên herêmên dîtir derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn divê bi dema 14 rojan bikevin karantînayê da ku piştrast bikin bi koronavîrusê neketiye û wiha gotinên xwe domandin: "Ev rêbazeke bingehîn û girîng a parastina herêmên me yebku heta niha vîrus lê tune ye, her wiha tedbîrên Rêveberiya Xweser ên girtina dergehan pêngaveke baş e."

Ezedîn bal kişand ser ku divê sînorê her bajarekî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê nexşekirin, şênî di malên xwe de bin û ji bajarekî neçin bajarekî din ji bilî rewşên awarte û wiha anî ziman: "Bi vê re pêkan e vîrus heke derket, bê dorpêçkirin."

Ezedîn piştrast kir ku divê şênî xetereya koronavîrusê zanibin, li gorî tedbîr û perspektîfên Desteya Tenduristiyê ku di malên xwe de bin, tev bigerin.

XWEPARASTINA DI MALÊ DE

Ezedîn bang li malbatan kir ku heke nîşaneyên koronavîrusê li ser kesan derketin baldar bin û rûbereke bi 2 metreyan bisekinin û aliyên tenduristî yên awarte agahdar bikin û wiha da zanîn: "Heke kesek li herêmên me pê ket, dê tevahiyan nexweş bike."

Dr. Seed Ezedîn destnîşan kir ku hin tedbîrên parastinê ku pêkan in berbelavbûna koronavîrusê sînordar bikin, hene û wiha axivî: "Di dema hişyariya ji xewê de, berî û piştî xwarinê divê bi av û sabûnê bi dema 20-40 çirkeyî dest bên şûştin, her wiha dezenfekteyan bi kar bînin ji ber ku sûdwar e ku bakteriyan û vîrusan tune dike. Her wiha divê firaq bi klor û dezenfekteyan baş bên şûştin, sebze bi sîrke û avê baş bên şûştin, goşt baş bê pehtin, her tim cil li ber tavê bin."

PARASTINA DI DEMA DERKETINA JI MALÊ DE

Qedexeya derketin û girtinê, li ser dikanên xwarin, sebze, kargehên mirîşkan, goşt, firin, sazî, navendên tenduristî û çapemeniyê, ne derbasdar e. Di vî warî de Ezedîn wiha eşkere kir: "Di dema derketina ji malê de divê zêde li pêş dikanên xwarin, firne û hwd neyê sekinandin, her wiha divê dûrbûn ji mirovan herî kêm metreyek be, divê devpoşk (mask) bi kar anîbin û kombûn çênebe û divê tevahî li gorî van tedbîran tev bigerin. Divê dema bi destikê derî û pereyan hat girtin, dest baş bên dezenfektekirin, ji ber vîrus û bakterî li wan deran bi lez belav dibin.”

Li aliyekî din jî Dr. Seed Ezedîn diyar kir ku divê ava fêkiyan a xwezayî mîna lîmon, porteqal, fêkiyên cur bi cur ku tê de bi taybet vîtamînae C heye ku prgala parastinê bi hêz dike, zêde bên vexwarin, her wiha divê sîr û pîvaz bên xwarin, ava sar û vexwarinên gaz tê de, neyên vexwarin.

Heta niha li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tu rewşên pêketina koronavîrusê nehatine tomarkirin, li aliyekî din jî Desteya Tenduristiyê bang li şêniyan kir ku tedbîrên parastin û baldariyê pêk bînin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din