‘Ger Rêveberiya Xweser rêgeza xwetêrkirinê peyda bike, wê karibe aboriyê pêş bixe’

Lêkolînerê aborî Çeleng Umer got: “Eger Rêveberiya Xweser rêgeza xwetêrkirinê peyda bike, dê karibe li hember Koronavîrûsê rewşa tenduristî û xwetêrkirinê pêş bixe.” Her wiha îşaret bi girîngiya jêderên xwezayî û mirovî yên ku li cem Rêveberiya Xweser in, kir.

Pandemiya Korona, cîhan şok kir. Gelek dewletên ku ekonomiya cîhanê bi rêve dibin ketine karantînayê. Li gel windahiyên giyanî, aliyê aboriyê felç kir.

Lê rewşa Sûriyê ji rewşa dewletên din girêktir e. Pirsgirêka ku li Sûriyê heyî ket sala xwe ya 10’an. Ev welatê ku ev 10 sale şer lê didome, heta niha jî bi destwerdana dewletên ji derve bûye girêkek gerdûnî. 

Girêdayî encamên pandemiya Korona û asta bandora wê li Sûriyê û herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rêbazên pêşîlêgirtina encamên xirab û vedîtina çareseriya nivîskar û lêkolînerê aborî Çeleng Umer ji ANHA’yê re axivî.

‘CÎHAN LI BERAMBERÎ ALOZIYEK ABORÎ YE’

Umer di destpêka axaftina xwe de got: “Encamên belavbûna Koronavîrûsê li cîhanê li ser aboriya cîhanê mezin û kûr in. Wê asta û bandora kesada cîhanî ya sala 1929`an derbas bike.  Cîhan îro li pêşberî aloziyek aborî cîhanî fireh, mezin û kûr e. Ji ber ku aloziya heyî ne tenê bi aliyên aborî ve girêdayî ye û nakokiya li ser jêderên aborî. Ji ber zincîrên (qeydên ) li ser hilberîn, raguhastin û belavkirin, aloziyek tenduristî û aborî kompleks e.

Aboriya cîhanî li pêşberî demekê ye ku wê rêjeya bêkariyê bilind bibe, tevgera bazirganî û pîşeyî paşkeve, sûkên diran û borsa heya astên mezin paş de biçin. Gelek sûk li dewletên pêşketî li hember tevgerê hatin girtin. Gelek warên aborî bi temamî hatin taloqkirin. Warê raguhastina asmanî û turîzm bi temamî rawestîne.

‘DAKETINA BIHAYÊN PETROLÊ Û PAŞKETINA HILBERÎNÊ WÊ BANDORÊN WÊ YÊN NEYÎNÎ LI SER DEWLETÊN HILBERÎNER Û DERFROTINER’

Umer wiha domand: “Bihayên bermîla petrolê ji ber vê aloziyê û ji ber paşdeçûna warên pîşeyî û bazirganî li dewletên pêşketî yên ku vîrûs tê de belav bûye (Dewletên koma bîstan) gihaşt kêmtirî 20 dolarî. Wê bandorên vê paşketinê li ser dewletên hilberîner û derfrotiner pir bin. Bi taybet dewletên paşketî yan jî dewletên Rojhilata Navîn.

Cîhan nikare rê li pêşiya bandorên wê bigire, bi taybet li gel ku dewlet û hikumeta nikarin ji aliyê tenduristî ve gavekê bavêjin û dermanekî ji vê pandemiyê re peyda bikin. Hejmarên îro nîşan dikin ku di 6 mehên bê de wê 50 milyon kes bê kar bimîne. Wê xwediyên kar dev ji karkeran berdin. Li Ewropa navenda belavbûna vîrûsê, texmîn îşaretpê dikin bi rêjya ji sedî 15 ji hilberîna herêmî ya herêma Euro wê paşde biçe. Yanî ev encam wê ji Ewropa destpê bike û bigihêje tevahiya cîhanê.”

‘GER ENCAMÊN BELAVBÛNA VÎRÛSÊ LI SER DEWLETÊN PÊŞKETÎ MEZIN BÛN, WÊ LI SER DEWLETÊN PAŞKETÎ XEDAR Û WÊRANÎ BE’

Umer rave kir ku ger encamên belavbûna vîrûsê li ser dewletên pêşketî mezin û kûr bin, ji bo dewletên paşketî wê wêrankirî û xedar bin.  Umer axaftina xwe wiha domand: “Ji ber ku binesaziya aborî ya dewletên paşketî tenik e. Pişta xwe didin istismaratên dewletên pêşketî yan jî kelûpelan û madeyên destpêkî dişînin dewletên pêşketî.”

‘NÎŞANEYÊN HEYÎ ÎŞARET PÊ DIKIN KU DEWLETÊN PAŞKETÎ WÊ DU MILYON DERFETÊN KAR WINDA BIKE’

Umet diyar kir ku nîşane û texmînên girêdayî dewletên Rojhilata Navîn ên ku wek dewletên paşketî tên hesibandin, îşaretpê dikin ku wê derdora 2 milyon derfetên kar winda bikin. Yanî ev encam wê bandorê li Sûriyê bike û wê ji dewletên din ên ku hinekî aram in zêdetir be.

‘SÛRIYÊ JI BER ŞER BI RÊJEYA JI SEDÎ 60 JI HILBERÎNA XWE WINDA KIR’

Têkildarî bandora Korona li ser aboriya Sûriyê bi giştî Umer got: “Ji ber şerê ji 10 salan ve berdewam e, ji ber dorpêçê û cezayên rojavayî yên ku li aboriya Sûriyê hatine ferzkirin. Beşek mezin ji warên aborî wêran bûye. Aboriya Sûriya bi rêjeya ji sedî 60 ji hilberîna xwe ya giştî winda kir.”

‘TEDBÎRÊN KU HIKUMETA SÛRIYÊ LI DIJÎ KORONAVÎRÛSÊ GIRTINE WÊ BUDCEYA GIŞTΠ ASTENG BIKE’

Umer wiha berdewam kir: “Bi rêjeya ji sedî 80 ji gelê Sûriyê di bin xetê xizantiyê dijîn. Asta enflasyonê ji sedî 2 hezar e. Lîreya Sûriyê beşek mezin ji nirxa xwe winda kir.

Asta ekonomiya beşek mezin a gelê Sûriyê di asta herî kêm de ye. Her tedbîrek an jî bergireyk li dijî Koronavîrûsê wê barên şêniyên Sûriyê zêde bike. Bi baweriya min tedbîrên ku hikumetê girtine  tevî ku serkeftîn e lê wê zêdetir budceya giştî asteng bike. Asta deyn wê zêde bike. Ji ber ku asta hilberînê di warên aborî de ji ber qedexeya derketina derve kêm bûye.”

‘HERÊMÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ WÊ JI VAN ENCAM Û BANDORÊN ABORÎ YÊN NEYÎNÎ BÊ PAR NEMÎNE’

Girêdayî encamên aloziya Korona li aboriya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Umer destnîşan kir ku herêm wê ji bandorên aborî yên neyînî bê par nemîne. Ji ber tedbîrên li herêmê hatine girtin di nav de qedexeya derketina derve, rawestandina kar di beşek mezin di sûk, sazî, pîşe û gerînendeyan de wê bi awayekî neyînî bandor li aboriya herêmê bikin. Bi taybet welatiyên ku debara xwe bi van karan peyda dikin.

Helbet qedexeya derketina derve û rawestandina kar, wê di radeya yekemîn de zirarê bide çîna ku debara xwe ya rojane peyda dike. Rêveber û civak bi giştî divê çareseriyên yedek ku quta jiyanê ji van çînan re peyda dikin, bibîne.

Rawestandina alîkariyên navneteweyî bi rêya deriyê Til Koçer (Rabîa) wê Rêveberiya Xweser li pêşiya astengiyek mezin ji bo dabînkirina aramiya xwarinê ji 700 hezar koçber û penaberî re rû bi rû bihêle.”

Umer di berdewam şîrovekirina mijarê de got: “Divê em ji bîr nekin ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetirî 700 hezar koçber û penaber hene. Bi rawestandina alîkariyên navneteweyî bi rêya deriyê Til Koçer Rabîa piştî girtina wê, wê barên Rêveberiya Xweser zêde bike. Wê Rêveberiya Xweser li pêşberî astengiyek mezin ji bo dabînkirina aramiya xwarinê ji wan çînan re rû bi rû bihêle. Tevî peydakirina pêdiviyên pêwîst ji bo rêgirtina li pêşiya Koronavîrûsê.”

‘RÊVEBERIYA XWESER NEÇARE GIRÎNGIYEK MEZIN BIDE ÇANDINIYÊ’

Ji bo pêkanîna aramiya xwarinê divê Rêveberiya Xweser girîngiyek mezin bide çandiniyê. Mewisma genim nêz e. Ew jêdera jiyanê ya bingehîn a piraniya şêniyên herêmê ye. Lewra divê tedbîrê û bergiriyên ku mewsimê dabîn dikin û ji cotkaran re derfetên çandina zeviyên xwe peyda dikin heta hilberînê radikin werin girtin. Dibe ku ev mehekê bixwe. Ji ber ku pêwîste rêgeza xwetêrkirinê bê peydakirin. Yanî pêkanîna aramî û berdewamiya hilberînên xwarinê yên bingehîn.”

Ji bo ku madeyên xwarinê yên bingehîn di nav sûkan de bêne peydakirin û rê li pêşiya kesybaziyê bê girtin Umer got: “Divê Rêveberiya Xweser rola komîteyên çavdêr di nav sûkan de zêde bike. Bi awayekî yekser û erênî mudexele bike û desteka wan sûkan bike ji bo ku bihayan kontrol bike û rê li pêşiya kesybaziyê bigire.

Ji bo ku bigihêje aramiya xwarinê, siyastek û stratejiyek ku rêgeza xwetêrkirinê peyda dike pêwîst dike.”

Umer diyar kir ku ji bo ku herêm bigihêje aramiya xwarinê siyasetek û stratejiyek ku rêzgeza xwetêrkirinê pêk tîne, pêwîst dike. Umer got: “Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi enerjî, axa ji bo çandiniyê guncew, destkar û jêderên avê zengîn e. Li wir derfeta çandiniya domdar ku aramiya xwarinê ji cureyên hilberînan ên cuda peyda dike, heye. Ev hilberîn wek pakêtek xwarinê ji welatiyan re bi bihayên guncew tê hesibandin. Li şûna ku Rêveberiya Xweser pakêtên xwarinê ji hinek çînan re pêşkêş bike, dikare rolek di kontrolkirina bihayan de bilîze û asta quta welatiyan bi rêyên yedek bilind bike ku jêderên yedek peyda dike. Yan jî herikîna hilberînan ji sûkan re bi bihayên guncew ku barên welatiyan ji ber rawestandina kar sivik dikin bidomîne.”

Umer îşaretpê kir ku ji bo pêkanîna aramiya xwarinê û rêgeza xwetêrkirinê pêk bîne, divê Rêveberiya Xweser aboriya civakî û komînal pêş bixe.

Umer axaftina xwe wiha domand: “Girîngiya bide kelûpelên çandiniyê yên bingehîn û hinek hilberînên pîşeyî yên bingehîn. Anîna kelûpelên bi konfor rawestîne heya ku jêderên diravî û malî yên herêmê da ku pêdiviyên bingehîn li dijî vîrûsê peyda bike. Yan jî cureyek ji aramiya jiyanî ji şêniyan re peyda bike.”

‘JI BO LI DIJÎ VÊ ALOZIYÊ BÊ SEKINANDIN DIVÊ HINEK HILBERÎN BI RÊYA PROJEYÊN HERÊMÎ BÊN VEDÎTIN’

Umer di vî warî de got: “Ji bo vê divê rê li pêşiya keysbaziyê bêgirtin. Ev hilberîn bi rêya projeyên çandinî û pîşeyî yên herêmê bêne vedîtin. Divê Rêveberiya Xweser desteka wan aliyan bike yan jî bi xwe bi van projeyan rabe, yan jî mustesmiran teşwîq bike. Her wiha ji bo ku vê rewşê pêk bîne divê depoyek stratejîk ji madeyên xwarinê yên bingehîn dabîn bike. Yên herî girîng dan û sotemenî ji bo ku bi hêsanî derbasî nav sûkan bike û bigihîne şêniyan. Ger Rêveberiya Xweser rêgeza xwetêrkirin û aramiya xwarinê peyda kirin, dê karibe warê tenduristî û eleqedariya tenduristî li dijî Koronavîrûsê pêş bixe. Pêşkêşkirina eleqedariya tenduristî lêçûnek zêde ye ku Rêveberiya Xweser û civakê di vê demê de didin. Ji ber wê bi hewcedariya jêderên aborî domar in.”

 (şx)

ANHA


Mijarên Din