Gera nû ya danûstandinên Tirkiyê û Rûsyayê jî bibin ket

Danûstandinên Rûsya - Tirkiyê îro li Enqereyê bibin ketin. Her du aliyan lihev nekirin. Her du aliyan tenê ragihandin ku ew ê sibe dansûtandinên xwe berdewam bikin.

Dazgehên çapemeniyê gotin hevdîtinên li Enqere di navbera şandeyên Tirkiyê û Rûsya de girêdayî rewşa Idlibê bi dawî bûn lê wê sibe Pêncşemê berdewam bibin.

Li gel hevdîtinan, çeteyên Tirkiyê rêya navneteweyî Şam-Heleb qut kirin û ber bi Seraqêbê ve pêş dikevin.

Beriyê vê jî sê gerên danûstandinên Rûsya –Tirkiyê bibin ketin. Tevî ku Pûtîn û Erdogan bi rêya telefonê girêdayî Idlibê axivîn.

(şx)

ANHA


Mijarên Din