‘Gerîla dê pêşengiya pêngava ‘Bes e ji tecrîd, faşîzm, dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ bike’

Fermandariya Biryargeha NPG’ê destnîşan kir ku gerîla û hêzên xweparastinê dê bi xurtî tev li pêngava Konseya Rêveber a KCK'ê bibin û bi erka pêşengiyê rabin.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) ragihand, ku yekîneyên wan dê ji bo têkbirina faşîzmê bi xurtî tev li pêngavê bibin û serkeftin ji wan re xwest.

Fermandariyê têkildarî pêngava "Bes e ji tecrîd, faşîzm, dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye" peyamek ji hêzên gerîla û xweparastinê re şand. Peyaman Fermandariya Biryargeha NPG'ê wiha ye:

"Rejîma AKP-MHP-Ergenekon a faşîst-qirker-mêtinger, bi îşkenceya psîkolojîk û tecrîda li dijî Rêberê me ku li devereke din a dinyayê nehatiye dîtin, li dijî gelê me, tevgera me û hêzên şoreşger ên Tirkiyeyê şerekî topyekûn dimeşîne. Lê belê li dijî vê yekê, di serî de berxwedana li zindanan bi taybetî berxwedana li Îmraliyê ya bi wêrekî, fedakarî û kedeke mezin tê meşandin, têkoşîna gelê me, hêzên me yên gerîla, yekîneyên me yên xweparastinê û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê, dijmin bêencam hiştiye. Rejîma faşîst li gel vê yekê, hebûna xwe, dewamiya desthilatdariya xwe bi qirkirinê û tasfiyekirina têkoşîna azadiyê ve girê daye, lewma êrişên xwe didomîne, bi pêkanînên hovane û faşîst hewl dide encamê werbigire. Rejîma faşîst a AKP-MHP-Ergenekon, ji bo karibe li dijî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bi ser bikeve, şer li hemû parçeyên Kurdistanê belav kiriye. Di heman demê de li ser paşeroja herêmê jî veguheriye metirsiyeke cidî. Kiryar û pêkanînên vê rejîma faşîst li dijî gelan hemûyan bûye gefeke mezin, bi qirkirina gelê Kurdistanê dixwaze armanca xwe bi ser bixîne. Lewma têkoşîna ku li dijî vê hêzê tê meşandin, ji bo gelên herêmê hemûyan li dijî faşîzmê veguheriye têkoşîna demokrasî û azadiyê ya girîng.

Di vê qonaxa dîrokî de ku têkoşîna li dijî faşîzm û siyaseta qirkirinê gihîştiyê, Konseya Rêveber a KCK'ê bi navê tevgera me deklarasyonek weşand û li dijî siyaeta qirkirinê û şerê topyekûn ê dijmin, ji 12'ê Îlonê û pê ve dest bi pêvajoyeke nû ya pêngavî kir. Ev pêvajoya pêngavî ku wê bi dirûşma 'Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye' pêngaveke di asta dîrokî de hêja û girîng e. Bêguman ev pêngav, ji bo têkbirina sîstema tecrîdê ya li ser Rêber Apo ji aliyê rejîma Tirk a faşîst-mêtinger ve tê meşandin, li dijî pêkanînên faşîst ên li Tirkiyeyê wê roleke girîng bilîze. Di serxistina berxwedana dijî dagirkeriyê de de wê gaveke girîng bide avêtin.

Ev pêngav di heman demê de tê wateya bicihanîna Şerê Gel ê Şoreşgerî ku stratejiya serxistina têkoşîna me ye. Lewma di vê serdema girîng a têkoşîna me de, li dijî êrişên topyekûn ên dijmin, wezîfeya hêzên me hemûyan e ku di vê pêvajoya pêngavî de bi rola pêşengiyê rabin. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku li dijî Cûntaya Leşkerî Faşîst a 12'ê Îlonê bi keda mezin a Rêber Apo û bi pêşengiya fermandarê mezin hevrê Egîd derketin ser dika dîrokê û berxwedaneke destanî nîşan dan, îro jî wê li dijî faşîzma AKP-MHP'ê ku dewama Cûntaya Faşîst a 12'ê Îlonê ye, di têkoşînê de berpirsyarî û wezîfeyên xwe bi cih bînin.

Em di wê baweriyê de ne ku yekîneyên me hemû, ji bo têkbirina faşîzmê wê bi xurtî tevlî pêngava 'Bes e ji tecrîd, faşîzm, dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye' bibin û di meşa Rêberê Azad-Kurdistana Azad de ji hevrêyên xwe hemûyan re serketinê dixwazin ku her yek ji wan leşkerekî Apoyî ne."


Mijarên Din