Gerîla li Colemêrgê li dijî artêşa Tirk çalakiyek pêk anî

Gerîlayên HPG û YJA Starê li navçeya Çelê ya Colemêrgê li çeper û stargehên artêşa Tirk a dagirker xist. Her wiha balafirên artêşa Tirk herêmên Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:

"11'ê Gulanê saet di 11:00 de hêzên me li navçeya Çelê ya Colemêrgê li artêşa TC a dagirker a li ser Girê Stûna xistin. Derbên giran li çeper û stargehên dijmin hatin xistin. Hejmara leşkerên di çalakiyê de mirine û birîndar bûne nehate tespîtkirin.

Di navbera 12'ê Gulanê saet di 16:00 û 13'ê Gulanê saet 01:00 de balafirên şer û helîkopterên êrişê yên artêşa TC a dagirker li herêma Sîdekan a Başûrê Kurdistanê bombe li derdora gundê Mîrxanayê barandin. Ji ber bombardûmanê xisar li bax û baxçeyên gel bû.

12'ê Gulanê saet di 12:00 de balafirên şer bombe li qada gundê Kesta yê ser bi herêma Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehatiye."


Mijarên Din