Gerîla li Xakûrkê li artêşa Tirk da: 10 leşker hatin kuştin

Gerîlayên HPG/YJA Starê li dijî leşkerên artêşa Tirk ên li Girê Şehîd Derwêş ê Xakûrkê çalakiyek pêk anî, di çalakiyê de 10 leşker hatin kuştin.

Çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê yên li dijî artêşa Tirk ku hewl dide herêma Xakûrkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dagir bike, didomin.

Li gorî agahiyên berdest, gerîlayan şevê din li dijî leşkerên ku li Girê Şehîd Derwêş ê Xakûrkê bi cih bûbûn, çalakiyek pêk anî. Di çalakiyê de herî kêm 10 leşker hatin kuştin.

Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagiker li gundê  Xelîfan ê herêmê da. Di êrîşê de bi dehan sewalên gundiyan telef bûn.


Mijarên Din