Gerîlayê HPG`ê Mezlûm Tirkmen: Divê hemû ciwan tevlî PKK’ê bibin

Gerîla Mezlûm Tirkmen ê bi eslê xwe Tirkmen e, piştî ku kadroyên Tevgera Azadiyê nas dike û bi şêwazê jiyana wan bandor dibe, biryara tevlîbûna Tevgerê dide. Mezlûm Tirkmen niha di nava refên gerîla de cih digire.

Gerîla Mezlûm Tirkmen ku bi eslê xwe Tirkmen e û li Sûriyê mezin bûye. Bi kadroyên Tevgera Azadiyê bandor dibe û ji bo jiyaneke bi wate bijî û gel û civaka xwe ji bindestiyê rizgar bike, tevlî PKK`ê dibe û berê xwe dide çiyayên Kurdistanê.

Gerîla Mezlûm Tirkmen di destpêkê de destnîşan kir ku berê hemû gelan li ser bingehekî azad û adilane bi hev re jiyan dikir, her neteweyekê li ser çanda xwe jiyan dikir, di nava civaka xwe de bi zimanê xwe diaxivî û hebûna xwe dida diyarkirin û wiha domand: " Lê mixabin niha gel bi kuştin, serjêkirin û stuxwariyê re rû bi rû ye. Heta hebûna gelan tê înkarkirin, mafê wan tê xwarin û zimanê wan jî tê qedexekirin. Her roj Kurd an jî mirovên ji neteweyên din ji ber ku bi zimanê xwe diaxivin, rastî îşkenceyê tên. Dewlet bi behaneya ku yekîtiya gel diparêzin, xwe li ser civakan ferz dikin û bi rêya şerê taybet siyasetên qirêj dimeşînin. Îro jî bi hemû hêza xwe êrişî gel dikin. Armanca wan ewe ku gel ji cewherê wê dûr bixin û ji çanda civakbûyînê ku li ser mezin bûye mehrûm bikin. Dewlet û hêzên desthilatdar ji derveyî berjewendiyên xwe, tiştekî nas nake."

Gerîla Mezlûm Tirkmen bal kişand ser zihniyeta desthilatdaran û wiha dirêjî da axaftina xwe:" Hêzên desthilatdar li ser ciwanan fişarê dimeşîne û ji wan re dibêjin ku yan tu yê wekî ku ez dixwazim bijî yan jî ez ê jiyanê li te mehrûm bikim û te bi mirinê re rû bi rû bihêlim. Hêzên serdest ku civakê bi kuştin û tecawizê re rû bi rû hîştiye, xwe wekî parêzvanên gel nîşan dide, lê rojane xwezayê talan dike, gel koçber dike, gundan wêran dike û çiyayan dişewitîne. Bi balafiran bombeyan li ciwanên Kurd dibarîne û bi gaza kîmyawî dişewitîne. Hêzên desthilatdar bi awayekî eşkere bazirganiya civakê dikin. Divê êdî ciwan û civak li hemberî vê yekê bêdeng nemînin. Divê hemû civak rabe ser piyan û têkoşîneke xurt bide meşandin.

Gerîla Tirkmen sedema birçîbûn, feqîrtî û koçberiya gel bi zihniyeta dewletê ve girê da û got:" Ger em îro li serê van çiya ne sedema vê dewletên desthilatdar in. Ji ber ku PKK`ê bi armanca têkbirina zihniyeta desthilatdar, bidestxistina mafên hemû gelan û rizgarkirina gelan ji koletiyê hatiye damezirandin û ji bo têkoşîna li dijî bêmafiyê berê xwe daye van çiyayan. Ez jî wekî ciwanekî Tirkmen’im. Ji ber ku ez li mafê mirovbûnê digeriyam û dixwazim wekî mirov jiyan bikim hatime van çiyayan. Em ji PKK`ê fêr bûn ku çawa jiyaneke bi rûmet û bi wate bijîn. Ji ber wê yekê em îro banga azadî, wekhevî, edalet û biratiya gelan dikin. Rêber APO jî dibêje `Yan em ê azad jiyan bikin yan jî em ê qet jiyan nekin`. Ruxmî ku dizanî wê tekoşîna wê pir zehmet be jî, lê qet dudilî jiyan nekir û bi bawariyeke hemû hêza xwe û jiyana xwe fedayî vê dozê kir. Em jî wekî rêheval û şagirtên Rêber APO em ê vê dozê bigihînin serkeftinê. PKK`ê bi tevlîbûna ciwanên ji hemû pêkhateyan roj bi roj mezintir dibe û li dijî dijmin çalakiyên bi bandor li dar dixe. Em ji hêza xwe û gelê xwe bawer in, şehîd Reşîd digot, `Ne tenê dijmin, em ê siya dijmin jî li ser axa Kurdistanê nehêlin`."

`TİRK Û TİRKMEN NE YEK IN`

Gerîla Mezlûm Tirkmen da diyarkirin ku ew bi hêrsa tolhildana qetlîma ku ser Tirkmenan pêk hatibû tevlî bûye û da zanîn ku PKK ji bo wî bûye çavkaniya naskirina jiyana rast û bi wate.

Tirkmen destnîşan kir ku ew bi armanca xwe ya bidestxistina serkeftinê bawer in û domand: "Ez wekî ciwanekî Tirkmen ku bi êrîşên dewleta Tirk re rû bi rû bûm, min ji jiyana PKK`ê hêz wergirt û min fêm kir ku PKK ne tenê ji bo Kurdan e, lê belê ji bo hemû gelên bindest in. Çawa ku gerîlayên azadiyê dest ji hemû jiyana kesayetî berdane û rêya dozê ji xwe re esas girtine, ji mafê her ciwanên ji her neteweyan e ku tevlî refên gerîla bibe û bi erka şorerşgeriyê rabe.

Gerîla Mezlûm Tirkmen di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser serkeftinên PKK`ê û wiha got:" Ez bi serkeftina PKK`ê bawer im. PKK ruxmî hemû êrişên dagikeriyê jî bi serkeftî ye û dijmin tengav kiriye. Ji ber vê yekê em bang li hemû ciwanên ji hemû pêkhate û neteweyan dikin ku di nava şoreşê de cihê xwe bigirin û li hemberî dijmin têbikoşin. Ciwan xwedî hêz û potansiyeleke pir mezin in, divê xwe bi rêxistin bikin da ku em bi hev re vê faşîzmê hilweşînin û soza serkeftinê ya ku me daye gelê xwe pêk bînin."

ANHA


Mijarên Din