Gerîlaya Elman ji ber êrîşa hewayî ya Tirk şehîd bû

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, şervana enternasyonalîst Sarah Handelmann ji ber êrîşa hewayî ya Tirk jiyana xwe ji dest daye.

 Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya der barê mijarê wiha ye:

"Şerê berxwedanê yê li Kurdistanê bi lehengî, ked û fedakariyeke mezin didome. Berxwedana azadiyê ku bi pêşengiya PKK'ê didome li çar aliyên dinyayê deng vedide. Têkoşîna şehîdên me yên leheng ku jiyaneke bi rêbaza fedayî ji xwe re esas dîtin dibin destan û li rûpelên dîrokê yên nayên jibîrkirin tên nivîsandin.

Gelek hevrêyên me ku li Kurdistanê li dijî artêşa TC a faşîst-mêtinger têdikoşin, di vê qada berxwedana dîrokî de bi lehengî tevgeriyan û li Kurdistanê rê nedan faşîstan. Yek ji van lehengên me jî şervana enternasyonalîst Sara Dorşin (SarahHandelmann) e. Hevrêya me Sara 7'ê Nîsana 2019'an ji ber êrîşeke hewayî ya dewleta TC a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû. Sicîla hevrêya me Sara ya şehîd bû;

Nasnav: Sara Dorşin

Nav paşnav: SarahHandelmann

Cihê jidayikbûnê: Elmanya

Dayik-Bav: Înna-Heyno

Dem û cihê şehadetê: 7'ê Nîsana 2019'an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Handelmann fermandareke çalak a gerîla bû û hate gotin:

" Hevrêya me Sara sala 1985'an li Elmanyayê ji dayik bû, di emrê ciwantî de dijminatiya sîstema kapîtalîst a li civakê nas kir û kete nava lêgerîna têkoşînê. Hevrê Sara ku gelek rêxistinên sosyalîst nas kir, herî zêde kete bi bandora Têkoşîna Azadiyê ya Kurd. Polîtîkayên tinekirinê yên li dijî Kurdan tê kirin weke polîtîkayên li dijî gelê xwe dît. Hevrê Sara xwe bi hişmendiya yekîtiya demokratîk a gelan xemiland, li dijî sîstema mêtinger, parçekirina civakê û rizandina mirovan a modernîteya kapîtalîst, dît ku rizgarî modernîteya demokratîk e û bi vê yekê re civakeke polîtîk-exlaqî dikare bê afirandin. Di encama van lêgerînên xwe de hevrê Sara xwest tevlî nava refên tevgera PKK'ê bibe ku di çarçoveya îdeolojiya jiyana azad a Rêber Apo de ava bûye. Bi vê armancê sala 2017'an berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrê Sara li çiyayên dijwar ên Kurdistanê dest bi gerîlatiyê kir û di demeke kurt de hînî çiya bû, di îdeolojiya azadiya jinê ya Rêber Apo de xwe kûr kir. Hevrê Sara tevlî yekîneyên jinên azad YJA Starê bû û di demeke kurt de têkiliyeke xurt bi hevrêyên li derdora xwe re danî û bû hevrêyeke mînak ku gelekî jê dihate hezkirin.

Hevrêya me Sara ku bi lez bi pêş ket, di qada leşkerî de jî gelekî şareza bû. Hevrê Sara ku gerîlaya serdema nû ya modern bû, di nava yekîneyên gerîla de bû fermandara tîm. Hevrê Sara wezîfeya xwe ya serdemê bêkêmasî bi cih anî, di heman demê de bû fermandareke pêşeng ji hevrêyên xwe re. Hevrê Sara di nava gerîla de bi eşqa xwe ya ji bo azadiyê têdkoşiya û heta kêliya dawî ya şehadetê bû fermandareke gerîla ku li nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bi rengekî çalak bi rola xwe rabû.

Hevrêyên me Andrea Wolf (Ronahî), Uta Schneiderbanger (Nûdem), Jacob Riemer (Şiyar) û gelek hevrêyên me bûn sembola lêgerîna azadiyê, her wiha gelek hevalên me yên Elman û Ewropî hene ku hîn jî li nava refên me têdikoşin. Hevrê Sara jî parçeyekî girîng ê vê meşa azadiyê bû. Hevrê Sara xwedî wê hişmendiyê bû ku divê mirovahî hemû di nava aştiyê de li hev bicivin, her kes bi ziman, çand û nirxên xwe yên neteweyî bi rengekî azad bijîn, civak xwe di çarçoveya neteweya demokratîk de bi rêxistin bikin û nîşan da ku jiyana azad divê çawa be.

Malbata hêja ya Handelmann ji ber ku xwedî ewladeke hêja ya têkoşîna azadiyê hevrê Sara ne çiqasî serbilind bin ewqasî kêm e. Ji ber vê windahiya giran em sersaxiyê ji malbata Handelmann a hêja re dixwazin.

Di şexsê hevrêya xwe Sara Dorşin de şehîdên xwe yên enternasyonalîst hemûyan bi rêz bi bîr tînin ku nîşaneya herî mezin a yekîtiya gelan e û li nava refên têkoşîna azadiyê ya gelên bindest gihîştin asta şehadetê. Em soz didin ku em ê ala wan a azadiyê bi ser bixînin."


Mijarên Din