Gerîlayan  derbeyên giran li artêşa Tirk xistin

Hate ragihandin ku hêzên gerîla derbeke giran li leşkerên Tirk ên ji bo dagirkeriyê li ser giran bi cih bûn xistin. Gerîlayan bi çekên giran û çalakiyên sabotajê li leşkerên li ser sê giran xistin.

Li gorî nûçeya ANF'ê, liv û tevgera dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li derdora Bradost, Xakurkê û Lolanê didome. Şeva 28'ê Gulanê Çiyayê Şekîf, derdora Çemê Lolanê û Girê Şehîd Dervîş bi saetan ji aliyê balafir û helîkopterên şer ve hatin bombekirin. Artêşa Tirk piştî bombebaranê leşkerên xwe danî ser Çiyayê Şekîf û Girê Şehîd Dervîş û xwest hewldana xwe ya dagirkeriyê berfireh bike.

Çavkaniyan diyar kir ku, hêzên gerîla jî li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk duh êvarê ketin nava liv û tevgerê. Hêzên gerîla li leşkerên Tirk ên li ser girên herêmê xistin. Duh êvarê saet 21:00 hêzên gerîla avêtin ser leşkerên li ser girên Lêlîkan, Şehîd Botan û Şehîd Şahan. Hêzên gerîla bi çekên giran û çalakiyên sabotajê li leşkerên li ser her sê giran xistin. Çavkaniyên herêmî dibêjin, di encama çalakiyên gerîla de gelek kuştî û birîndar ji artêşa Tirk hene. Hate ragihandin, leşkerên kuştî û birîndar bi helîkopteran ji herêmê rakirine.


Mijarên Din