Gerîlayan li Çelê li artêşa Tirk da

Gerîlayên HPG/YJA-Starê li Çelê li dijî leşkerên Tirk çalakiyek li dar xist. HPG’ê got di çalakiyê de li çeper û baregehên artêşa Tirk hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiya gerîlayan a 2’yê Nîsanê ya li navçeya Çelê ya Culemêrgê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê di daxuyaniyê de wiha got:

 “Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de roja 2’yê Nîsanê saet di 13:30’an de li dijî leşkerên TC’yê ya dagirker ku li Girê Şehîd Bager û Koordîne yên navçeya Çelê ya Culemêrgê bi cih bûbûn, çalakiyek li dar xist. Bi awayekî serkeftî li çeper û baregehên dijmin ên li ser gir hate xistin lê hejmara kuştî û birîndaran nehate tespîtkirin. Piştî çalakiyê artêşa TC’yê ya dagirker bi topên obus û hewanan bi rêk û pêk herêm bombebaran kiriye.”

 


Mijarên Din