Gerîlayan li Girê Koordîne li dagirkeran xist

Gerîlayên HPG/YJA-Starê şevê din li girê Şehîd Bager ê Girê Koordîne yê navçeya Çelê ya Culemêrgê li dijî artêşa Tirk çalakî li dar xist. Hate ragihandin ku di çalakiyê de kuştî û birîndarên artêşa Tirk hene.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin bidestxistin, gerîlayên HPG/YJA-Starê şevê din li Girê Şehîd Bager ê girê Koordîne yê navçeya Çelê ya Culemêrgê li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li dar xist.

Li gorî agahiyan di çalakiyê de kuştî û birîndarên artêşa Tirk hene. Li aliyê din çapemeniya Tirk ragihand ku di çalakiya gerîlayan de 4 leşker mirine û 6 leşker jî birîndar bûne.

Tê payîn ku Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê di saetên pêş de der barê çalakiyê de daxuyaniyekê bide.


Mijarên Din