NÛÇEYÊN LEZGÎN! Li Minbicê teqînek pêk hat

Gerîlayan li Xakurkê derbên giran li dagirkeran xistin

HPG'ê ragihand ku gerîlayan di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Ronya û Şehîd Bager de li dijî leşkerên Tirk rêzeçalakî lidarxistin. HPG'ê got di çalakiyan de gelek leşkerên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê (HPG-BİM) têkildarî çalakiyên gerîlayan ên li dijî dagirkeriya artêşa Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya HPG'ê wiha ye;

"Bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd  Ronya ku li Qadên Parastinê yên Medyayê didome li dijî artêşa TC'ê ya dagirker ku li herêma Xakurkê bi tevgera dagirker e, çalakiyên karîger kirine. Bi vê çarçoweyê;

13'ê Tîrmehê artêşa dagirker ku dixwest leşkeran li Girê Koordîne deyne hêzên me çalakiyeke sabotajê kirine. Di vê çalakiyê de ji yekîneya dijmin ku bûye hedef 2 leşkerên dagirker hatine kuştin.

15'ê Tîrmehê saet 09.30'î li dijî kozik û strateyên artêşa TC'ê ya dagirker ên li Girê Şehîd Derwêş çalakiyek hatiye kirin. Hêzên me li konteynireke dagirkeran a li serê gir xistine. Di çalakiyê de konteynir bi temamî derb xwariye û di vê çalakiyê de 4 leşker hatine kuştin.

15'ê Tîrmehê saet 13.00'an li dijî yekîneyên artêşa dagirker ku hewl dide li Girê Helîkoptêrê bi cih bibe hêzên me çalakiya sabotajê kirine. Di vê çalakiyê de gelek leşkerên dijmin bûne hedef û derb xwarine. Hijmara kuştî û birîndarên leşkeran diyar nebû.

16'ê Tîrmehê (Îro) saet 08.00'an hêzên me yekîneyên dijmin ên li Girê Şehîd Derwêş dîsa kirine hedefa xwe. Li dijî leşkerên ku dixwestin bi cih bibin çalakiyeke suîkastê hatiye kirin û leşkerek hatiye kuştin.

Operasyona li Çewlîkê paşve vekişiya

Artêşa TC'ê ya dagirker 1'ê Tîrmehê li Çewlikê, li qadên Yayleder, Şehîd Hesen, Lameç, Şevdîn û Baravê operasyon daye destpêkirin. Di vê operasyonê de ku heta 10'ê Tîrmehê dom kirî hêzên dijmin bê encam ji van qadan vekişiyane.

Li Gabarê gerîlayek şehîd bû

7‘ê Tîrmehê artêşa TC'ê ya dagirker li dehma Deriyê Gabaran a qada Gabarê ya Şirnexê bi desteka amûra hewayî ya bêmirov operasyonek daye destpêkirin. Artêşa dagirker a TC'ê heman rojê saet li derdora 13.00'î bi balafirên şer qad bombe kiriye. Di vê êrîşê de hevrêyê me Çekdar (Mehmet Şîrîn Aslan) şehîd bûye. Beriya niha bi raya giştî re hatibû parvekirin ku 2 hevalên me di vê operasyonê de şehîd bûne. Di vê êrîşê de hevalê me Çekdar şehîd bûye hevalê me yê dî sip û saxlem vegeriyaye ser qadên baregehê.

*******

Nasnav: Çekdar Zagros

Nav û Paşnav: Mehmet Şirîn Arslan

Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn

Navê Dayik - Bav: Kerîme - Yûsûf

Cih û Demê Şehadetê: Gabar / 7’ê Tîrmeha 2019’an

Hevrêyê me Çekdar 1986'an li Mêrdînê li derdoreke welatparêz hatiye dinyayê. Hê bi ciwanî polîtîkayê qirker ên li ser gelê Kurd dîtiye, li dijî van kirinên dijmin ponijiye. Li dijî vê hişmendiya ku çavnebariyê li hemû tiştên ku têkilî navê Kurd dike, hevrêyê me Çekdar 2005'an tevlî nav Tevgera Azadiyê dibe. Hevrê Çekdar ji Zagrosan heta bi Botanê bi çalakî di nav berxwedanê de bûye. Hevrê Çekdar ku demeke dirêj li Zagrosan peywir kiriye, li vê qadê li dijî dijmin di serkeftinan de xwedî ked bûye. Hevrê Çekdar ku 2009'an berê xwe dayî Botanê, piştî têkoşîna 4 salan 2013'an hatiye Qadên Parastinê yên Medyayê. Hevrê Çekdar ku peywirên demê li Qadên Parastinê yên Medyayê demekê domandî, dîsa çûye Botanê, li dijî şerê qirkirinê ku TC'yê li Kurdistanê kirî, di nav berxwedanê de cih girtiye. Hevrê Çekdar ku hemû peywirên xwe bêkêmasî û bi serkeftineke mezin bi cih anî li hemû qadên ku lê maye bûye milîtan û fermandekî pêşeng. Hevrê Çekdar ku bi ked û helwesta xwe di dilê hevrêyê xwe cihekî mezin girtî, herî dawî li qada Gabarê ku lê peywirdar bû, li dijî dijmin bi fedayî şer kiriye."


Mijarên Din