Gerîlayên HPG`ê û YJA Starê li dijî dagirkeran çalakî pêk anîn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyiê ya HPG`ê bi daxuyaniyekê ragihand ku gerîlayên HPG û YJA Starê li dijî leşkerên Tirk ên ku dest bi operasyonê kiribûn li Cûdiyê çalakî li dar xist. Di encama çalakiyê de gelek leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyiê ya HPG`ê bi daxuyaniyekê ragihand ku gerîlayên HPG`ê û YJA Starê li dijî leşkerên Tirk ên ku dest bi operasyonê kiribûn li Cûdiyê çalakî li dar xist. Di encama çalakiyê de gelek leşker hatin kuştin.

Daxuyaniya HPG’ê der barê çalakiyê de wiha ye:

"Di 17’ê Nîsanê (Duh) de artêşa Tirk a dagirker li qada Cûdiyê ya Şirnexê operasyonek daye destpêkirin. Hêzên me li qada Bajarê Kir yekîneyeke veşartî ya dijmin xistiye bin kontrola xwe û piştî nîvro saet di 14.00’an de ji 2 milan ve li leşkeran dane. Saet di 17’an de dema ku vê yekîneya veşartî xwestiye xwe vekişîne, hêzên me careke din li wan dane. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine zelalkirin.

Piştî çalakiyê dijmin top avêtiya qadên Girê Çolya û Eynika û operasyon bi paş ve kişandine. Di van çalakî û şeran de tiştek bi hêzên me yên gerîla nehatiye."


Mijarên Din