Gerînendetiya Avê: Hêzên dagirker karkerên stasyona Elok derxistin

Hevseroka Gerînendetiya Avê ya Kantona Hesekê got "Artêşa Tirk a dagirker û çeteyê wê ji karkerên stasyona Elok re got stasyonê vala bikin û nexebitînin. Em ê li hember vê yekê planeke alternatîf a anîna avê pêk bînin û divê rêxistinên navdewletî dest tê werdin da ku karker derbasî stasyonê bibin û bixebitînin."

Cara duyemîn e ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê avê bi ser bajarê Hesekê de ku ji stasyona Elok a rojhilatê Serêkaniyê tê, qut dikin.

Ev stasyon avê ji Hesekê, gundewar û navçeyên girêdayî wê re peyda dike, her wiha ji navçeya Til Temirê re jî ku car caran artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê topbaran dikin, dabîn dike.

Piştî êrişa dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya 9’ê Cotmeha 2019’an, bi hezaran şêniyên ku ji herêma Serêkaniyê û navçeya Zirganê neçarî koçberiyê bûne, li bajarê Hesekê, gundewar û herêmên nêzî eniyên şer, bi cih bûn.

Piştî dagirkirina Serêkaniyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê av ji ser Hesekê qut kir, lê belê piştî destwerdana Rûsyayê bi zêdetirî mehekê stasyon kete xizmetê. Lê dîsa duh dewleta Tirk a dagirker heman kiryar pêk anî û karkerên stasyonê qewitandin û stasyon rawestand. Her wiha bi wê re kêmbûna avê bû pirsgirêk li bajar û taxên wê.

Di vî warî de ajansa ANHA’yê bi hevseroka Gerînendetiya Avê ya Kantona Hesekê Sozdar Ehmed re hevpeyvînek çêkir. Sozdar wiha da zanîn: "Duh karkerên stasyona Elok agahdar kirin ku artêşa Tirk derbasî stasyonê bûye û ji wan xwest ku stasyonê vemirînin. Her wiha piştî saetekê vegerîn û ji wan xwestin ji stasyonê derkevin."

Sozdar wiha anî ziman: "Stasyona avê ya Elokê, stasyona stratejîk a dabînkirina avê ji bajarê Hesekê, navçeya Til Temir û herêmên başûrê Hesekê re wekî Hol, Erîşa, Şedadê, Merkeda û kampên li herêmê mîna kampa Erîşa, Hol û Waşûkanî, ye. Anku avê ji nêzî milyonek şêniyan re dabîn dike û girtina wê dê bibe karesateke mirovî li kantona Hesekê."

Sozdar diyar kir ku di dema qutbûna avê ya cara yekemîn de stasyona parzûnkirinê ya Hemê bi kar anîn û wiha berdewam kir: "Lê belê stasyona Hemê niha tê çêkirin û ne pêkan e di vê demê de bi kar bînin."

Sozdar destnîşan kir ku ava ku niha di depoyên stasyonên avê yên Hesekê de heye bi awayekî yedek û ji pêwîstiyan re bi kar tînin û wiha berdewamî da gotina xwe: "Ev av ji nexweşxane, firin, dibistan û aşan re ye da ku bandoreke neyînî li pêdiviyên şêniyan neke."

Sozdar piştrast kir ku der barê planeke altarnatîf de ku avê li şêniyan belav bikin, nîqaş dikin û wiha axivî: "Niha çareya yekane kişandina avê bi rêya stêran ji bîrên ku ava wê tê vexwarin. Ev bîr li bajarokê Tiwêna û navçeya Til Birak hene."

Hevseroka Gerînendetiya Avê ya Kantona Hesekê Sozdar Ehmed bang li rêxistinên navdewletî kir ku dest tê werdin ku careke din karker derbasî stasyonê bibin û her wiha bang li şêniyan kir ku ava li gel xwe biparêzn da ku karesat pêk neyê.

(fr)

ANHA


Mijarên Din