Gerînendetiya Avê ya Qamişloyê pirsgirêka avê çareser dike

Gerînendetiya Avê ya Kantona Qamişloyê ji bo çareserkirina pirsgirêka di havînê de kêmbûna avê gelek tedbîr girtin.

Li gelek taxên Qamişloyê di sala borî de ava vexwarinê bi awayekî domdar qut bû. Ev pirsgirêk ji ber pirsgirêkên ku di hilmijên avê de derketine, çêbûn, bi taybet li taxên Siyahî û Kornîş. Li ser wê Gerînendetiya Avê ya bajêr gelek tedbîrên demkî girtin.

Gelek stasyonên avê yên bingehîn avê didin Qamişloyê; jê stasyona Hilîliyeyê ku bi rêjeya ji sedî 75 av dide bajêr, stasyonên Ceqceq û ya Iwêce yên ku bi rêjeya ji sedî 10 avê didin bajêr û stasyona Sifan bi rêjeya ji sedî 15 av dide bajêr.

Ji bo derbaskirina pirsgirêka qutbûna avê li Qamişloyê endamê rêveber ê Gerînendetiya Avê ya Xurşîd Oso ji ANHA’yê re axivî.  Oso got: “Me gelek tedbîr girtine. Stasyona Hilîliye ji 3 kom hilmijan pêk tê. Ew niha hatine amadekirin. Bi rêya sê xetên serek av digihêje şêniyan. Ji bo stasyonên Ceqceq û Iwêce yên ku avê didin herêmên rojhilat û rojavayê bajarê Qamişlo, prosesa hilmijê koordîne dike. Stasyona Sefan jî ji du stasyonên parzûnkirina avê û stasyona hilmijê pêk tê. Ew niha amade ye."

Oso destnîşan kir ku gerînendeyê tevahiya stasyonên avê bi komên derxistina kehrebeyê amade kirine û wiha pê de çû: “Ew kom dema kehrebe qut dibe têne bikaranîn. Gerînende niha hewl dide toreyên avê yên kevin û rizî li taxa Kornîş û Siyahî restore bike.”

Pergala hilmijê ya bajarê Qamişlo bi rêbaza toreya pilindir e. Yanî ava tevahiya stasyonên avê yên bajêr bi hev ve girêdayî ne. Ger pirsgirêkek an jî kehrebe demek dirêj qut bibe, boriyên avê vala dibin, ev jî bandorê li piraniya şêniyan dike. Lewra Gerînendetiya Avê ya kantonê niha cudakirina ava taxên rojhilat ji taxên rojavayê bajêr dinirxîne.

Her wiha Gerînendetiya Avê 13 bîrên ku ava wan tê nexwarin,  li rojhilatê bajêr kolandin ji bo ku desteka stasyonên Ceqceq û Iwêce bike. 9 bîrên din jî li taxa Hilîliyê kolandin wek destekekê ji stasyona Hilîliyê re.

Gerînendetiyê di  11`ê Gulanê de 16 zêdegavî li ser veguhêzên kehrbeyê yên ku jêderên avê dixebitînin, zeft kirin. Xwediyên kargeh û şêniyên nêzî wan veguhêzan, kehrebeyê didizin. Tevî wê jî şênî di havînê de avê vala vala dirijînin.

Di dawiyê de Xurşîd Oso bang li tevahiya şêniyên Qamişloyê kir ku kehrebeyê ji veguhêzan kêm nekin û avê bi baldarî bi kar bînin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din