Gerînendetiya Çandiniyê ya Tebqayê çandiniya herêmê geş dike

Gerînendetiya Çandiniyê ya girêdayî Komîteya Aborî ya Tebqayê niha hewl dide Projeya Ebû Qibêî ya çandiniyê bi rûbera 135 hektar ji nû ve geş bike. Proje di dema dagirkirina çeteyan de hatibû paşguhkirin.

Gerînendetiya Çandiniyê ya girêdayî Komîteya Aborî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê xebatên sererastkirina hilmijên avdanê û gelek xebatên ku cotkar sûdê jê werdigirin, berdewam dike. Ji xebatên gerînendetiyê yên herî dawîn, sererastkirina Projeya Ebû Qibêî ya çandiniyê ye.

Projeya Ebû Qibêî ya çandiniyê bi 35 km li rojhilatê bajarê Tebqayê ye. Tê de derdora 18 hezar darên zeytûnê, 2 hezar darên fistiq û hejmarek darên daristanî mîna merx, kîna û hwd hene.

Gerînendetiya Çandiniyê ya Tebqayê ji salekê ve hewl dide li gorî derfetan ji nû ve Projeya Ebû Qibêî ya çandiniyê geş bike. Di dirêjahiya 8 salan de çeteyan proje kiribû baregeh, ji ber wê hejmareke mezin ji daran hişk bûne û çeteyan bi dehan darên din qut kirine.

Li gorî endezyarê çavdêrê projeyê Mehmûd El-Mihemed hejmarek karker di Projeya Ebû Qibêî de dixebitin, daran kesax dikin, erdê diajon, hewzan ava dikin da ku bi rêya toreya avdana dilopkî, piştî bidawîkirina ajotin û avakirina hewzan dê were dirêjkirin, daran av bidin. El-Mihemed diyar kir ku bi armanca kêmkirina bikaranîna avê, rêbaza avdanê ya çipik-çipik (dilopkî) dê bi kar bînin.

El-Mihemed tekez kir ku Projeya Ebû Qibêî ya çandiniyê derfetên kar ji derdora 100 karkerî re peyda kirin û piraniya wan jin in. Proje ji aliyê aborî ve gelekî girîng e û rolekê di piştgiriya aboriya herêmî de dilîze, eger dest bi projeyê hate kirin bi taybet ji bo zêta zeytûnê.

(şx)
ANHA


Mijarên Din