Gerînendetiya Tenduristiyê Kampa Waşûkanî dezenfekte kir

Gerînendetiya Tenduristiyê ya Kantona Hesekê dest bi qonaxa duyemîn a dezenfektekirina Kampa Waşûkanî kir. Her wiha bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku alîkariyên tenduristiyê bide koçberên li herêmê.

Ji bo pêşîlêgirtina belavbûna Koronavîrusê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rêveberiya Xweser gelek tedbîrên wekî qedexeya derketina derve li hemû herêman û dezenfektekirina sazî, dibistanan û kampên koçberiyê, girtin.

Di vê çarçoveyê de, Gerînendetiya Tenduristiyê ya Kantona Hesekê, îro dest bi qonaxa dueymîn a dezenfektekirina Kampa Waşûkanî kir.

Di qonaxa yekemîn de cihên hundirîn wekî rêveberiya kampê, navenda Heyva Sor a Kurd û cihên ku kombûn lê çêdibin, hatin dezenfektekirin. Di qonaxa duyemîn de jî kolanên sereke yên kampê û qada rêveberiya kampê hatin dezenfektekirin.

Hevserokê Gerînendetiya Tenduristiyê Abdulezîz Mio wiha got: "Me dest bi hemleya dezenfektekirina Kampa Waşûkanî kir. Her wiha me dibistana kampê û meclisa kampê dezenfekte kirin."

Mio destnîşan kir ku ji bo rewşên biguman, wan konên taybet ji bo karantînayê veqetandine û wiha dewam kir: "Desteya Tenduristiyê tîmek li ser dan û standina bi nexweşan perwerde kir. Ger nexweşî bê tespîtkirin, dê nexweşan bişînin nexweşxaneyê."

Her wiha diyar kir ku tevî derfetên wan ên kêm jî, lê belê ew tedbîrên xweparastinê yên pêwîst ji bo pêşîlêgirtina belavbûna vîrusê li herêmê, digirin. Ebdulezîz Mio di dawiya axaftina de bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku cîhaz û alavên ji bo Koronavîrusê bidin wan. Ji ber ku niha li gorî derfetên xwe kar dikin û ger nexweşên vîrusê li herêmê derkevin, dê pêwîstiya wan bi alîkariya tenduristiyê hebe.

(cx)

ANHA


Mijarên Din