Gerînendetiya Tenduristiyê ya Hesekê bang li gel kir ku li gorî hişyariyan tev bigerin

Hevserokê Gerînendetiya Tenduristiyê ya kantona Hesekê Ebdulezîz Meo got “Desteya Tenduristiyê 7 odeyên cudakirî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav kirin, wek girtekekê li hember belavbûna nexweşiya vîrusa Koronayê amade kirine.” û bang li gel kir ku tevahiya girtekan hişyariyê yên ku aliyên têkildar girtine, bînin cih.

Vîrusa Korona komeke mezin ji vîrusan e. Ev kom dikare gelek nexweşiyan ji mirov û lawiran re çêke. Ji sermayê dest pê dike û digihîje astek bilind. Li bajarê Wohan a Çînê dest pê kir.

Haletên vîrusa Korona li gel girtina girtekên hişyariyê li tevahiya welatan zêde dibin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wek girtek li dijî vîrusa Korona ya nû (Covid-19), dibistan û saziyên sivîl girtin. Gelek girtekên hişyariyê li deriyên sînor girtin. Kombûn û tevahiya çalakî li herêman qedexe kirin. Bi tevlêbûna şaredariyan û komîteyên pispor desteyek ava kir. Her wiha bernameyeke pakkirina cihên giştî, saziyan û dibistanan li herêmê hate danîn.

Ji bo naskirina vîrusa Korona yan jî vîrusa ku bi navê xwe yê zanistî tê naskirin Covid-19 û rêbazên parastina ji vîrusê hevserokê Gerînendetiya Tenduristiyê ya Kantona Hesekê Ebdulezîz Mao ji ANHA’yê re axivî. Mao got: "Vîrusa Korona bi  mirov û lawiran dikeve. Ev vîrus li bajarê Wohan ê Çînê hate vedîtin. Piştre li piraniya welatên cîhanê belav bû."

Mao bal kişand ser nîşaneyên pêketina vîrusa Korona ku dişibin yên înfiluenzayê. Mirovên pê dikevin, zuha dikuxin, laşên wan germ dibe û nefesa wan teng dibe. Ev vîrus bi rêya pişikîn û kuxikê yan jî bi rêya hewayê yan jî hejandina destan û destdanîna ser sewiyên ku nexweşî hilgirtine, belav dibe. Ev vîrus êrişî pergala nefesê ya mirov dike.

Mao destnîşan kir ku vîrus ji saetekê heya 9 saetan hin caran heya bi rojan li ser sewiyan dimîne. Mao bal kişand ser ku mirov nikare bi rêya madeyên pakkirinê mîna alkolê van vîrusan tune bike. Ji ber wê divê mirov destên xwe bi sabûnê baş bişo beriya ku dest bi rû û çavên xwe dide.

RÊBAZÊN PARASTINÊ

Mao rêbazên parastinê destnîşan kirin û got: “Paqijiya kesayetî, divê mirov her 2 saetan carekê destê xwe bişo û berî û piştî destavê jî. Divê di cihên qerebalix de kemame (mask) û lepikan bi kar bînin. Ji cihên wisa dûr bikevin. Hewaya malan her tim biguherin. Di dema belavbûna nexweşiyê de neçin derveyî herêmê. Tevî bicihanîna tevahiya girtek û perspektîfên aliyên têkildar.”

Ebdulezîz Mao destnîşan kir ku Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 7 odeyên cudakirî ji ber hewandina haletên nexweşiyê, ger çêbin, amade kirin. Wê kesên nexweş heya 14 rojan di wan odeyan de werin cudakirin (karantîna). Derbasî taqîgehên pêwîst bibin da ku teqez bibe vîrus di laşê wan de heye yan na.

Mao bang li gel kir ku tevahiya girtekên hişyariyê yên ku aliyên têkildar girtine, bînin cih û li paqijiya xwe ya taybet baldar bin û ji cihên qerebalix dûr bikevin.

(şx)

NAHA


Mijarên Din