Gerînendetiya Zimhêrê ya Kobanê bang li şêniyan kir ku giliyê keysbazan bikin

Gerînendetiya Zimhêrê ya Kantona Kobanê bang li şêniyan kir ku giliyê xwediyên dikanan û bazirganên ku rewşa heyî bi kar tînin û buhayan bilind dikin, bikin.

Şêniyên kantona Kobanê ji ber buhayên kel û pelan ên ne zêde bi gilî û gazinc in. Bi taybet piştî ferzkirina qedexeya derketina derve li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çarçoveya tedbîrên xweparastina ji vîrusa Korona de. Dikanên kel û pelên xwarinê ji biryarê hatin îstîsnakirin.

Li gel ku şênî li malên xwe dimînin, daxwaz li ser madeyên xwarinê zêde dibe. Madeyên xwarinê li herêmê têne peydakirin, lê buhayên wê ne aram in. Li gorî bazirgan û xwediyên dikanan sedem vedigere daketina nirxê lîreyê Sûriyê li beramberî dolar, ev jî pirsgirêkeke jiyanî ji şêniyên herêmê re çêdike.

Di vî warî de hevserokê Gerînendetiya Zimhêrê ya Kantona Kobanê Ehmed Daban got: "Me lîsteya buhayên madeyên xwarinê derxist, ew jî ji bo şêniyan baş in. Ev lîste li ser tevahiya kantonê hatiye belavkirin. Pirsgirêk ne di bihabûna wan madeyan de yan erzanbûna wan ne, lê belê pirsgirêk ji ber ku buha ne aram in û xwediyên dikanan wan madeyan keysbaz dikin, derdikeve. "

Tevî ferzkirina qedexeya derketina derve lê endamên Gerînendetiya Zimhêrê rojane dewriyeyan di nav sûkan de dimeşînin, madeyên demborî û buhayan li bajêr û navçeyên girêdayî wê kontrol dikin. Gerînendetiyê 5 dikan li bajêr di dema qedexeya derketina derve de muxalefe kirin.

Ehemd Daban bang li şêniyan kir ku bi gerînendetiyê re hevkar bin da ku buhayan kontrol bikin. Bi rêya hejmarên telefonê yên ku li ser şêniyan hatine belavkirin, giliyên xwe yên li dijî keysbazan bigihînin gerînendetiyê. Kesên muxalefe kirine, dê werin cezakirin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din