​​​​​​​Gerînendeyê SOHR’ê: Êrişên dewleta Tirk sûcên şer in

Gerînendeyê SOHR′ê Ramî Ebdurehman têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê got "Êrişên dewleta Tirk a dagirker sûcên şer in."

Artêşa Tirk a dagirker ji şeva 19’ê Mijdarê ve li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên xwe didomîne.

Girêdayî mijarê, gerînendeyê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) Ramî Ebdurehman got: "Em êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin. Ew êriş binpêkirina eşkere ya peymanên navneteweyî û peymanên parastina mafên mirovan in. Di wan êrişan de bajar û welatî kirin hedef. Ev yek redkirî ye û nayê nîşqaşkirin."

Ramî Ebdurehman ji ajansa me ANHA’yê re got ew ê binpêkirinên mafên mirovan ên li herêmê bişopînin û amade ne pêşkêşî aliyên navneteweyî bikin û wiha pê de çû: “Em li hember wan binpêkirinan bê deng namînin, ev rol û erka me ya mirovî û hiqûqî ye."

Ebdurehman da zanîn ku êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikevin xana sûcên şer.

Ramî Ebdurehman di dawiyê de got: "Em bang li civata navneteweyî û rêxistinên navneteweyî yên parastina mafên mirovan dikin, bi me re giliyan bikin da ku hemû kesên sûcan li dijî pêkhateyên Sûriyê pêk tînin, werin cezakirin. Em tiştên hatine serê gelê Sûriyê, ji bîr nakin, kesî efû nakin. Heta sûcdar werin cezakirin, ev xwesteka me ye."

(fr)

ANHA


Mijarên Din