Gerînendeya avê: Wê her du rojan av bigihije Hesekê

Hevseroka gerînendeya avê ya kantona Hesekê Sozdar Ehmed got: “Wê di rojên pêş de bîr û stasyonên din ji bo hemû taxên bajarê Hesekê bên aktîvkirin. Dê her du roj av bigehe hemû bajar.”

Şêniyên bajarê Hesekê gazinan ji kêmbûna ava vexwarinê dikin. Her wiha av nagihe hinek taxên bajar.

Li bajêr her 5 rojan, rojekê av tê. Çavkaniya avê li gundê Elok ê herêma Serêkaniyê ye, ku 70 km dikeve rojhilatê navenda kantona Hesekê.

Niha ji 30 bîran 20 bîr avê didin stasyonan. Her wiha ji 12 stasyonan jî tenê 6 stasyon dixebitin. Gerînende dixwaze hemûyan aktîv bike.

Lê ava digihêje, têre şêniyan nake. Her wiha hin kolanên wê ku yekcar av nagihê. Ji ber vê yekê şênî neçar dimînin ku avê bikirin. An jî gerinende avê bi sarîcan digihîne taxan.

Hevseroka gerînendeya avê ya kantona Hesekê Sozdar Ehmed sedema kêmbûna avê spart lewazbûna hêza kehrebê. Ku ew jî bandorê li ser karê stasyonan dike. Ji ber bîr û stasyon hêzeke xurt ji kehrebê dixwazin.

Sozdar da xuya kirin ku di demên dawî de kehrebe zêde bûye û wiha got: “Ji ber vê yekê em 25 bîr aktîf kirin. Ji ber vê yekê em hewl didin di pêvajoya bê de hemû bîrên di stasyona Elok de û hemû stasyonan aktîf bikin. Da ku av bigihêje hemû taxên bajarê Hesekê û bi hêz be."

Sozdar tekez kir ku di dema pêş de dê her du rojan, av bigihêje hemû kolanên bajarê Hesekê.

(jo/bm)

ANHA


Mijarên Din