Gerînendeya Tenduristiyê ya Girê Spî tevgera çûnûhatinê rawestand

Gerînendeya Tenduristiyê ya Girê Spî ragihand ku ji bo rêgirtina belavbûna vîrusa Koronayê tevgera çûnûhatina li rawestand.

Gerînendeya Tenduristiyê ya Girê Spî li navçeya Eyn Îsayê di çarçoveya tedbîrên li hember vîrusa Koronayê de biryarnameyek derxist.

Gerînendeyê di biryarnameyê de tevgera çûnûhatina welatiyan a herêmê heta demeke ne diyar rawest. Her wiha bang li şêniyan kir ku ji malên xwe dernekevin û li gorî biryarên Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ên girêdayî vîrusa Konronayê tevbigerin.

Şêniyên li herêmên Girê Spî yên ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, berî didin navçeya Eyn Îsayê da ku pêwîstiyên xwe bi cih bînin.

ANHA


Mijarên Din