Gerînendeya zimhêrê nirxê nihata spî bilind kir

Gerînendeya zimhêrê ya kantona Kobanê nirxê nihata nerm û hişik ku wek madeyên sereke ji bo lêkirina avahiyan tên bikaranîn, bilind kir.

Gerînendeya zimhêrê ya kantona Kobanê îro bi xwediyên meqleyên li herêmê re civiya. Endamên rêveberiya Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan amade bûn, da ku nerînên xwediyên meqlan bigrin.

Piştî nîqaşên di civînê de çêbûn, kesên beşdar lihev kirin ku ji sedî 10 ji nirxê madeya sereke di lêkirinê de buha bikin.

Beriya niha metreyek çargoşe ji nihata hişk bi hezar û 800 Lireyê Sûrî bû. Niha nirxê wê bû 2 hezar LS.

Her wiha nirxê nihata nerm ku beriya niha bi 2 hezaran dihat firotin, niha bi 2 hezar û 200 LS ye.

Ji bilî nirxê madeyê, nirxê veguhestina wê ji şêniyan re jî dikeve ser, ku ji her metre çargoşe re bi hezar û 500 Lireyê Sûrî ye.

Hevserokê gerînendeya zimhêrê ya kantona Kobanê Ehmed Temo diyar kir ku nirxê veguhestinê dê mîna berê be û tekez kir ku kesê van nirxan muxalife bike dê bê ceza kirin.

Ev biryar di demeke ku Ii bajarê Kobanê pêla lêkirina avahiyan zêde bûye de, pêk hat.

ANHA


Mijarên Din