Gerînendeya Zimhêrê xebatê şopandinê didomîne

Gerînendeya Zimhêrê ya herêma Firatê xebatê şopandina buheyên li sûkan didomîne. Rojane gerên di nava sûkan de pêk tîne û lîsteya buheyan diyar dike.

Şêniyên bajarê Kobanê ji ber bilindbûna buhayên madeyan û her bazirganeke li gorî xwe madeyan bilind dike, gazincan dikin. Her wiha di demên dawî de buha bi awayekî zêde bilind bûn. Çavên her kesî li zimhêrê ye û vê pirsgirêkê çareser bike bi taybet di dema biryara qedexeya derketinê de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêşîlêgirtina Koronavîrus.

Gerînendeya Zimhêrê ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê di nava liv û tevgerê de ye. Xebatkar di dema qexeya derketinê de li ser karê xwe bûn û gerên xwe yên meydanî didomînin. Her wiha lîsteya buhayên madeyan derdixe.

Ajansa ANHA`yê gera endamên Gerînendeya Zimhêrê di nava sûkê de şopand û nêrînên şêniyên der barê buhabûna madeyan, girt.

ALÎKARIYA ŞÊNIYAN DIKARE VÊ PIRSGIRÊKÊ ÇARESER BIKE

Hevserokê Gerîndeya Zemhêrê ya herêma Firatê Ehemd Daban wiha axivî: "Ji destpêka biryara qedexeya derketinê ve em xebatên xwe didomînin. Endamên gerîndeyê rojane 3 caran derdikevin di anva sûkan de digerin."

Ehmed Daban wiha pêde çû: "Pirsgirêka mezin ku rastî gerîndeyê tê bilindbûna dolar û kêmbûna xebatkarên gerînendeyê."

Di dawiyê de Ehmed Daban bang li şêniyan kir ku heger bibînin buhayên madeyan ne weke hevin û lîstok di buhayan de çêdibin serî li gerîndeyê bixin û gilî bikin û bi vê yekê kesê ku binpêkirinê dike dê were naskirin û ji aliyê gerîndeyê ve were cezakirin.

Ji destpêka qedexeya derketinê ve gerînendeyê zêdetirî 100 bazirganên ku li gorî biryaran tev digerin, ceza kir.

Sibhî Elî Ebas ji şêniyên bajarê Kobanê ye têkildarî buhaya madeyan destnîşan kir  ku buhayên madeyan pir bilind e.

Ehmed Etî jî xwediyê dukaneke madeyên xwarinê ye diyar kir ku sedema buhabûna madeyan ji daketina lîraya Sûriyê li beramberî dolarê her wiha kesybaziya hindek bazirganan.

Ji aliyê xwe ve Îsmaîl Îsa ku ji gundewarên bajarê Kobanê anî ziman ku buhabûna madeyan dihêle ku welatiyan zehmetiyan bikşînin.

Her wiha serokê dewriyeyeke gerînendeya Zimhêrê Enwer Mihmed Mislim ev tişt bilêv kir: "Hemû kesên ku  ne li gorî biryarên gerînendeyê tevdigerin ceza dikin û ji 5 hezar heta 25 hezar lîreyên Sûrî ji wan distînin."

Gerîndeya Zimhêrê buhayê madeyên ku ji derveyî herêmê tîne li gorî fatoreyan diyar dike. Ji ber gerînende nikare ji aliyê xwe ve buhayan diyar bike û hem jî ji ber madeyên ji derve  bi dolar têne kirîn ji lewra jî buhayên madeyan her carê têne guhertin.

Têkildarî pîşeyên din ên wekî berber, goşt û xwaringehan lîsteyên buhabûnê têne belavkirin û kesên ne li gorî lîsteyê bimeşin dê werin cezakirin.  

(bx-eh)

ANHA


Mijarên Din