'Girêdana bi axê re rêya serkeftinê ye'

Şêniyên gundên rojhilatê kantona Kobanê gotin: "Berxwedan, mayîna li ser xakê û piştgiriya ji QSD`ê re rêya tekane ya misogerkirina serkeftinê ye."

Di pêvajoya deh salên dawîn de êrişên li dijî Rojavayê Kurdistanê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûn. Bi van êrişan xwestin vîna gelê hevgirtî yê li ser xaka Sûriyê têk bibin. Lê bi saya vîna gel û piştgiriya ji QSD, YPG û YPJ`ê re ev hewldan hatin têkbirin. Lê belê hêzên dagirker ên wekî dewleta Tirk hîna hewl didin planên xwe li herêmê bi cih bîne.

Têkildarî mijarê şêniyên gundên rojhilatê Kobanê diyar kirin ku girêdana bi xakê ve rêya tekane ya li hemberî dijminên ku dixwazin êrişî herêmê bikin.

PIŞTGIRIYA JI HÊZAN RE

Osman Tawîc ê ji gundê Cêşan ê başûrê rojhilatê kantona Kobanê destnîşan kir ku sekna li dijî dagirkeran çawa ku erka hêzên leşkerî û ewlehî ye, lê divê erka şêniyan jî be û got: "Divê şênî piştgiriyê bidin hêzên parastinê, di her malekê de çekek heye û divê ev çek mertala ku parastina eniyên şer bike."

HEVGIRTIN Û YEKBÛYÎN

Abdullah Hecî Xelîl ê ji gundê Elî Şar ê dikeve rojhilatê Kobanê jî anî ziman gelê nexwedî vîn bihêsanî têk diçin, lê ew xwedî vîn in, gelê wan bi rêya şer û tecrûbeyan isbata xwe kir û wiha gotina xwe bi dawî kir:"Vîn bi rêya hevgitin û yekbûyînê û bi piştgiriya ji QSD`ê re pêkan e, ji ber ku hêza tekane ye ya ku parastina herêmê dike."

TIŞTEK WEKÎ XAKÊ TUNE YE

Di heman mijarê de Rifet Muslim Dîmo yê ji gundê Qeremax ê rojhilatê Kobanê bang li şêniyan kir ku piştevahiya QSD'ê bikin û got hin kes hene ji bo qezenciyên madî xwe difiroşin dijmine. Muslim got: "Tiştekî wekî xakê giranbuha tune ye."

BERXWEDAN Û TÊKOŞÎN

Xelîl Mistefa yê ji gundê Qeremaxê jî axivî û bi lêv kir ku xaka mirov şerefa mirov e, ne pêkan e ku mirov dev ji xakê yan jî şerefê berde.

Mistefa axaftina xwe wiha domand: "Em di gelek tecrûbeyên wiha re derbas bûne û me zarok û jinên xwe ji gund derxistin, lê ew em di gund de man û li kêleka QSD`ê li ber xwe da. Ger rev rêya xelasiyê ba tu kes li gund nedima, lê em baş dizanin ku rêya tekane ya li pêşiya me berxwedan û têkoşîn e, em ê bi ku derê ve biçin û xaka xwe ji kê re bihêlin?."

(eh)

ANHA


Mijarên Din