Girêdayê madeya teqînê ya ji Serêkaniyê hat avêtina Ceylanpınarê kesek hat binçavkirin

Di saetên êvarî de madeyek a teqînê ji  Serêkaniyê yê Bakurê Sûriyê hate avêtina  Ceylan Pinarê yê Tirkiyê . Der heqê vê de kesek hat binçavkirin.

Di saetên êvarî de li navçeya Serêkaniyê ya girêdayê kantona Hesekê ya Bakurê Sûriyê madeyek teqînê hat avêtina Ceylan Pinarê ya navçeya Rihayê. Tê idea kirin ku di teqînê de 5 sivîl birîndar bûne.

Li Serêkaniyê der barê vê yekê de lêpirsinek berfireh  hat destpêkirin, tê gotin ku kesek hatiye binçavkirin.

ANHA


Mijarên Din