Girîngiya destkeftiyan û têkoşîna şehîdan mijara sereke ya nîqaşên wê bi Ocalan re bû

Cîhan Şêx Heyder di sala 1991‘î de li Lubnanê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hevdîtinê kir. Cîhan li ser wê hevdîtinê û bandora ku lê çêkirine ji ajansa me re axivî.

Di salên 90`î de dema Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Lubnanê bû, bi gelek şêniyên ku bi fikrê bawer kirine re rûnişt.

Şêniya bi navê Cîhan Şêx Hêder 47 salî ye û di salal 1990`î de fikrê Ocalan nas dike û dest bi xebatên rêxistinî dike.

Di sala 1991`an de Cîhan tevî malbat û hevserê xwe bi armanca xebatek rêxistinî diçin Lubnanê. Pişt salekê û di boneya Newrozê de li kampekî ya Lubnanê Cîhan cara yekemîn Ocalan dibîne. Wê demê pê dihese ku tiştek li hember pêkanîna erkên xwe nabe asteng.

Cîhan di axaftina xwe de bi ajansa me re got: "Piştî bidawîbûna şahiya Newrozê tevî bi dehan ji gel me berê xwe da gora şehîd Hemze. Li wir Rêber Ocalan girêdayî rola şehîdan axivî û got; têkoşîna ku şehîdan pêk aniye û ji bo azadiya gel canê xwe fedak kiriye, dê navên wan di dîrokê de zindî bihêle. Divê gel şopdarê xeta şehîdan bin."

Cîhan wiha domand: "Her wiha behsa girîngiya yekitiya gelê Kurd û pêwîstiya ku her ferdek kesayeta xwe li hember dijmin bi rêya berxwedanê xurt bike, kir."

Cîhan di nav gotinên xwe de ev tişt anî ziman: "Di êvara wê rojê de em jin kom bûn da ku bi rêberê re biaxivin. Li wir niqaşên girêdayî pêwîstiya birêxistikirina jinê, bi desxistina azadiya xwe û xilasiya ji pergalên zordest ên ku jinê ji lîstina rola xwe di civakê de mehrûm kirine, hatin kirin."

Piştî ku Cîhan tevî malbata xwe li Lubnanê heya salekê dimînin, vedigerin bajarê Helebê. Li ser wesiyeta rêber Ocalan deriyê mala xwe ji her kesekî re ku xizmeta doza Kurd dike vedike û karê xwe ya rêxistinî ji aliyê lidarketina civînan û tevlibûna merasîmên şehîdan berdewam dike, li gel xebatê hevserê wê di veguhestina lojistîkê de.

Di dawiyê de Cîhan Şêx Hêder bang li dewletên cîhanê kir ku bikevin tevgerê û tecrîda ku li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin bi dawî bikin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din