`Girîngiya hunerê ji tivinga şerkerê eniyên şer ne kêmtir e`

Hunermendên bajarê Dêrikê rîş û dengê hunermendê/a ku xizmeta gelê xwe dikin ji tivinga şervanê di  çeperên şer de ne kêmtir e.

Hunermendên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgirî dan banga însiyatîfa hunermend û rewşenbîrên Kurd ên li bajarê Kolnê yê Almanyayê  ya ji bo kongreya netewî ya Kurdistanê.

Hunermendek kevnar ji hunermendên Dêrikê û endamê Navenda Dîcle ya Çand û Hunerê Elî Hacî got: "Em piştgiriya bangewaziya hunermend û rewşenbîrên kurd ên Ewropayê û tevahiya sazî û navendên çandî yên ku tev li însiyatîfê bûne dikin."

Hecî destnîşan kir ku gelê Kurd di pêvejoyek hesas re derbas dibe, ji ber wê pêwîst e kongreya neteweyî ya Kurdistanê lidar keve ji bo ku nakokî û pirsgirêkên hundirîn çareser bibin û yekrêziya refa Kurd ava bibe.

Hecî destnîşan kir ku li gel êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmê, pêwîste piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk, YPG û YPJ`ê û tevahiya hêzên leşkerî li parçeyên Kurdistanê were kirin.

Hecî diyar kir ku ji tevahiya hêz, partiyên siyasî, saziyên çandî û kesayetên niştîmanî tê xwestin piştgiriya însiyatîfa hunermend û rewşenbîrên Kurd li Ewropayê ji bo yekîtiya Kurd, xîtaba wê ya siyasî û ji bo ku dengê gelê Kurd bigihînin qadên navneteweyî bikin.

Hecî rîşa hunermend û pênûsa wî yê ku xizmeta gelê xwe armanc dike, bi tivinga şerkerê ku hebûna gelan diparêze wesifand.

Di dawiya gotinên xwe de Hecî bang li tevahiya kesên welatparêz, serbixwe û partiyên siyasî  kir ku piştgiriya însiyatîfa hunermanedên Kurd li Ewropayê bikin.

Berpirsa şanoyê ya Navenda Dîcle ya Çand û Hunerê Şemalî Reşîd teqez kir ku pêvajoya niha kiritîk e û ji hunermend û rewşenbîran tê xwestin ku hunera xwe bikin xizmeta doza kurdî bi taybet li gel êrişên ku rastî gelê Kurd û çanda wî ji hêla dagirkerên Kurdistanê ve tên bi taybet dewleta Tirk a faşîst.

Di dawiyê de Şemalî got: "Doza kurdî gihaşt pêvajoyek pêşketî ji ber wê pergalên dîktetor asta êrişên xwe li dijî gel û mafên wî zêde kirin. Lewra divê kongreya neteweyî ya Kurdistanê bilez li darkeve."

(şx)

ANHA


Mijarên Din