Girtina dergehan…siyaseteke sîstematîk li dijî Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye

Aliyên şerê Sûriyê ji bo pêkanîna ajandeyên xwe li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, têkbirina Rêveberiya Xweser û birçîkirina gel, dergehan wekî şantaj bi kar tîne.

Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi çavkaniyên xwezayî û berhemên binerd wekî rûbar, erdên çandiniyê, petrol û gazê dewlemend e. Ev yek dihêle ku ji bo tevahî Sûriyê bibe çavkaniya xwarin û enerjiyê. Lê tevî vê yekê jî ji ber siyasetên hikumeta Baasê ya bi dehan salan ku şêniyên herêmê ji van berhemdariyan bê par kir, gelek azar kişand.

Bi destpêkirina aloziya Sûriyê di 2012`an de, ji ber şerê li welat û siyasetên hêzên ku destwerdan kirin. Pisporên di aliyên zanistî, pîşeyî û yên karên destan ji Sûriyê derketin. Vê yekê hişt ku kadroyên rêveberiyê, zanistî û pîşeyî li seranserê welêt kêm bibin.

Li beramberê vê rewşê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhitê Sûriyê hewl da ku bingehên aboriyê yên taybet ku hêza kedkar û hwd. danî. Her wiha karîbû li gorî herêmên din ên Sûriyê çi yên di bin serweriya hikumeta Sûriyê de çi jî yên din bin serweriya komên çeteyên girêdayî Tirkiyê de, gavên baştir bajêve.

Lê belê êrişên DAIŞ, Cebhet El-Nusra û dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê li ser hêrêmê ku hîna jî berdewam dikin, bandoreke neyînî li pêşxistina rewşa aborî li herêmê kir. Bi vê yekê ve girêdayî, hemû aliyan bi rêya girtina dergehên bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re û qedexekirina ketina madeyên cur bi cur bi taybetî madeyên xwarinê, hewl da ku herêmê dorpêç bike, Rêveberiya Xweser neçar bike ku alîkariyê bixwaze û gel birçî bike.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dergehên fermî ku beriya aloziyê hatibûn vekirin hene, ew jî; Dergeha Til Koçer "Rebîa", Dergeha Qamişlo "Deriyê Nisêbînê" û Dergehê Girê Spî "Akçiqala" ne. Lê belê hikumetên Îraq û Tirkiyê bi hinceta ku tenê bi hikumetan re dan û standinan dikin ev dergeh girtin. Tevî ku di dema dagirkirina DAIŞ`ê ji bajarê Girê Spî re dergeh hatibû vekirin û dergehên bajarên ku di bin serweriya çeteyan de bûn wekî Cerabilus, Ezaz û Idlibê, vekirî mabûn.

DERGEHÊN MINBICÊ Û ŞANTAJA JI ALIYÊ HIKUMETÊN SÛRIYÊ Û TIRKIYÊ VE

Piştî aloziyê û rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji DAIŞ`ê û ketina herêmên Sûriyê di bin serweriyên cuda de, ev herêm bi rêya dergehên hundirîn tevî dergehên berê yên bi dewletên cîran bi hev ve hatin girêdan.

Aliyên ku dest li Sûriyê wer didin bi rêya girtina van dergehan, siyaseta birçîkirinê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşînin. Bajarê Minbicê ku deriyê ketina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, bi rêya dergehekî herêmê bi herêmên serweriya hikumeta Sûriyê ve girê dide. Lê belê hikumet vê dergehê wekî amûrekî zextê li ser Rêvberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar tîne.

Hikumet pir caran bi zanebûn dergehê digire û nahêle madeyên xwarinê derbasî herêmê bibin, an jî bacên bilind li madeyan ferz dike. EV yek jî bandorê li buhayê wan dike û derfetên welatiyan têra kirînê nake.

Her wiha dergeha "Um Cilûdî" heye ku di bin serweriya çeteyên Tirkiyê de ye. Dergeh bi fermanên dewleta Tirk tê girtin û vekirin. Tirkiyê jî heman siyaseta hikumeta Sûriyê ya ferzkirina bacan li ser madeyên ku dikevin herêmê dimeşîne. Madeyên ku tên derbaskirin jî tenê yên ji Tirkiyê ne û derbaskirina madeyên xwarinê, derman û pêdiviyên tenduristiyê jî ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê qedexekirin.

DERGEHA SÊMALKA..AMÛREKE BIDESTXISTINA DESTKEFTIYÊN SIYASÎ YE

Yek ji dergehên girîng ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dergeha Sêmalka yê bi başûrê Kurdistanê re ye. Ev dergeh di bin serweriya Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) de ye ku siyasetên wî pir ji siyasetên hikumeta Sûriyê û dewleta Tirk ne cuda ye. PDK`ê ji bo hin armancan, bidestxistin destkeftiyên siyasî û pêkanîna ajandeyên xwe li herêmê, dergehê Sêmalka wekî amûrekî zextê li ser Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar tîne û dem dem digire.

DERGEHA TIL KOÇER..ŞEREKÎ RÛSYA-AMERÎKA YE KU GEL HESABÊ WÊ ŞERÎ DIDE

Dergehê Til Koçer ku li bajarokê Til Koçer e û li hemberî dergeha "Rebîa" yê li aliyê Îraqê ye, ji girîngtirîn dergehên ku Sûriyê û Îraqê bi hev ve girê dide ye. ji destpêka rizgarkirina bajarok ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ve di dawiya 2013`an de ji çeteyên DAIŞ`ê, hikumeta Îraqê dergeh girtiye û bazirganî û derbaskirina hemû madeyan ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re hatiye rawestandin.

Li gorî biryareke sala 2014`an û ji bo derbaskirina alîkariyên NY`yî ji bo Sûriyê, Meclisa Ewlekariyê ev dergeh û 3 dergehên din ên Urdunê û Tirkiyê re vekirî hişt.

Heta destpêka îsal, ev dergeh tenê ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî dihat bikaranîn. Di 10`ê Çileyê de piştî gefa Rûsyayê ya bikaranîna mafê redkirinê (Veto) li dijî erkdarkirina NY`yî û piştgiriya Çînê, Meclisa Ewlekariyê biryara girtina dergehê Til Koçerr û dergehê Resma yê bi Urdunê re, da. Bi wê yekê hemû alîkariyên NY`yî yên bi rêya sînor derbasî herêmê dihatin kirin, rawestiyan.

Rûsya li dijî vekirina dergeha Til Koçer e ji ber ku dixwaze tiştekî nû li ser rêxistina navneteweyî ferz bike. Ew dixwaze ku hemû alîkarî bi rêya hikumetê derbas dibin, ku bi saya wan alîkariyan hikumetê ji nîvê erdên Sûriyê zêdetir bi dest xist. Bi vî rengî Rûsya dixwaze siayseta xwe ji nû ve li herêmê ferz bike  û herêmê vegerîne bin serweriya hikumetê û hikumetê rewa bike.

Şîrovekar dibînin ku Rûsya hewl dide ku zextê li Amerîkayê bike da ku serweriya hikumeta Sûriyê li ser hemû erdên Sûriyê qebûl bike û hegemoniya rejîma Sûriyê ji nû ve vegerîne. Her wiha dixwaze bi hemû şêwazan rêya koordînekirina bi dewletên din re di serî de bi Amerîkayê re, li pêşiyia hikumetê veke.

TEWANBARIYÊN RÛSYAYÊ DEREW IN

Rûsyaya ku mîrasa Sovyetê bin pê dike ku pişta xwe dida piştevaniya tevgerên azad û gelên bindest, niha siyaseteke dişibe siyasetên dewletên mêtînger dimeşîne û bi wê jî dixwaze gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê birçî bike da ku berjewendiyên xwe li Sûriyê pêk bîne.

Bi hewldana rewakirina dorpêça ku li ser herêmê hatiye ferzkirin û tewandina Rêveberiya Xweser re, Rûsya û hikumeta Sûriyê di 13’yê vê Gulanê de daxuyaniyeke hevpar dan û tewanbar kir ku hedef ji vekirina dergehên Til Koçer(Yeirûbiyê) ji bo veguhastina çekan ji sazûmaniyên Kurdî re, derbasbkirina çekdaran, veguhestina nexweşên Koronavîrusê ji bo dewletên derdorê û çalakiyên qaçaxçiyê ye.

Lê belê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bersiva van tewanbariyan da û wiha da zanîn: "Ev gotin ne rast e û girêdayî helwest û ajandeyên siyasî yên Rûsya û hikumeta Sûriyê ye. Armac jê dorpêçakirina herêmê û pêkanîna fişarên siyasî li dijî Rêveberiya Xweser e. Ev perspektîf tu têkiliya xwe bi berjewendiya gelê Sûriyê re nîn e."

Rêveberiya Xweser piştrast kir ku girtina dergeha Til Koçer di dema ku Koronavîrus li cîhan û herêmê metirsiyek mezin çêdike, da ku alavên mîna PCR, alavên bêhnkişandin û dezenfekteyan negihêjin herêmê ye. Ji wê zêdetir jî alzoiya aboriyê ya bi daketina nirxa lîreya Sûriyê re, ku dê bi xwe re karesateke mirovî bîne û wiha diyar kir: "Em piştrast dikin ku ev dergeh dê tenê ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî bê bikaranîn."

Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku alîkariyên ku dewletên koalîsyonê ji QSD’ê re dişînin da ku li hember DAIŞ’ê bisekinin bi rêya dergeheke din ku têkiliya xwe bi dergeha Til Koçber re tune ye pêk tên.

DAXWAZÊN VEKIRINA DERGEHÊ

Piştî belavbûna Koronavîrusê li tevahî cîhanê, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ji Meclisa Ewlekariyê xwest ku bi lez dergeha Til Koçber bê bikaranîn da ku alîkariyên pêşîlêgirtina pandemiyê pêşkêş bikin. Lê bangewaziya yekser a WHO’yê ya ji nûve vekirina dergehê, di 28’ê Nîsana borî de hat redkirin. Piştî nêzî 4 mehan ji rawestandina bikaranîna dergehê di xebatên NY’yê de ya ji ber vetoya Rûsya-Çînê.

Der barê guhartinên ku ketin muzakeriyê de rêveberê kar û barên NY’yê yê Human Rights Watch (HRW)  Luis Charbonneau wiha got: "Divê WHO di helwestên xwe de bi îstiqrar be û nekeve bin zextên hêzên mezin. Mijar girêdayî rizgarkirina mirovan e û ne dûrxistina rexneyan e. Divê Meclisa Ewlekariyê bi lez dan û stnandinên ji bo bikaranîna dergeha Yeirobiyê, nû bike."

Ji şêniyên bajarê Qamişlo Selahedîn Helbo dibêje ku neqebûlkirina hikumeta Sûriyê û Rûsyayê ya vekirina dergehê, bandoreke neyîn li herêmê dike.

Helbo diyar kir ku idîayên Rûsya yên derbaskirina çekan di dergehê re ne rast in û wiha anî ziman: "Rûsya dixwaze destê xwe deyne ser herêm û ewlehiyê têk bibe. Me têkoşîn kir û şehîd dan, lewra heke Rûsya dixwaze aloziya Sûriyê bi dawî bike û gelê Sûriyê bi hev re bijîn, divê hevkariyê bi Rêveberiya Xweser re bike."

Helbo piştrast kir ku girtina dergeha şaştiyeke mezin e û wiha got: "Em li dijî ajande û berjewendiyên Rûsyayê ne ku li me ferz dike. Em kiryarên Rûsyayê şermezar dikin. Di dawiya dawî de em gelê Sûriyê ne û ji welatekî dîtir nehatine."

Ji aliyê xwe ve Abducebbar Ebbas ku ew jî niştecihek bajarê Qamişlo ye wiha got: "Divê dergeh bê vekirin, ji ber ku rewşa herêmê ya aborî pir xirab e. Rûsya û hikumeta Sûriyê dixwazin şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê birçî bikin."

Ebbas destnîşan kir ku heke Rûsya bi van kiryaran dixwaze herêmê ji hikumeta Sûriyê re vegerîne, ev yek ne pêkan e.

(cx-fr)

ANHA


Mijarên Din