Girtiyê nexweş ê 76 salî Alî Boçnak di zindanên faşîzma AKP-MHP`ê de şehîd bû

Girtiyê nexweş ê 76 salî Alî Boçnak ku li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê dîl dihate girtin, şehîd bû.

NAVENDA NÛÇEYAN

Alî Boçnak sala 2009'an li Qersê di operasyona qirkirina siyasî de hatibû destgîrkirin û 7 sal û 8 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.

Cenazeyê Alî Boçnak wê li warê wî li Qersê bê veşartin.

Alî Boçnak ku ji sala 2017'an ve li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Patnos a Agiriyê dîl dihate girtin, yek ji wan girtiyên nexweş bû ku di lîsteya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de bû. Li gel nexweşiya gurçikê gelek nexweşî bi Boçnak re hebûn.


Mijarên Din