Girtiyê siyasî Mahsûm Pamay jî çalakiya fedaî pêk anî

Girtiyê bi navê Mahsûm Pamay ê 22 salî ku li Girtîgeha Tîpa T ya Xarpêtê girtî bû, li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyeke fedaî pêk anî û şehîd bû.

Li gorî agahiyên berdest, girtiyê siyasî Mahsûm Pamay ji bo ku tecrîdê şermezar bike, çalakiya fedaî pêk anî.

Rêveberiya girtîgehê li malbata Pamay geriya û rewş ji wan re vegot. Hate zanîn ku Mahsûm Pamay ji navçeya Cizîr a Şirnexê ye.

Hate zanîn ku Mahsûm Pamay roja Duşemê dema ku bi telefonê bi malbatê re axiviye, ji dayika xwe re gotiye zexta li ser wan zêde bûye.

Ji 20'ê Sibatê ve 7 jê girtiyên siyasî, 8 kes di çalakiyên fedaî yên li dijî tecrîdê de şehîd bûn. Dewleta Tirk dest danî ser cenazeyên girtiyên siyasî, tenê hişt ku ji malbatê çend kes tev li merasîmên cenazeyan bibin.


Mijarên Din