Girtiyek ji Efrînê: Tirkiyê xwest min bikin ajan

Dema ciwanê bi navê Mihemed Hesen ber bi dewletên Ewropayê ve koçber dibe ji hêla dewleta Tirk ve tê girtin û 4 salan di girtîgehên Tirkiyê de dimîne. Tirkiyê hewl dide wî bike ajanê xwe li Rojava bi taybet li Efrînê.

Ciwanê bi navê Mihemed Hesen (25) ji şêniyên gundê Basûta yê girêdayî navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ye. Dema tevî bi hezaran penaberên Sûriyê hewl dida bi ser rêya Tirkiyê re derbasî Ewrupayê bibe, tê girtin.

Hesen di sala 2015`an de xwest li ser Tirkiyê re derbasî Ewrupayê bibe.

Piştî ku bi qaçaqî sînorên Tirkiyê derbas dikin û beriya ku bighêje Stenbolê, endamên ewlehiyaTirkiyê erebeya wan radiwestînin, ji Hesen û hevalê wî nasnameyan dixwazin û herduyan digirin.

Heya 8 rojan bê lêpirsîn tê êşkencekirin

Piştî girtina Mihemed Hesen beyî ku derheqê wî lêpirsînê bikin, 8 rojan wî êşkence dikin. Piştî 8 rojan Hesen bi “terorê” tewambar dikin.

Hesen got: “Ji ber ku ez Kurd bûn, heqaret li min kirin û heya 6 mehan ez di zindana tekekesî de hiştim. Min dest bi greva birçîbûnê kir. Heta 27 rojan ez di grevê de mam, piştre ez tevlî girtiyên din kirim.”

Xwestin li Rojava bikin ajan

Hesen destnîşan kir ku kesên ew lêpirsîn dikirin, dixwestin wî bikin ajanê xwe yê li Rojava bi taybet jî Efrînê. Hewldanên dewleta Tirk bi ser nakevin û nikarin Hesen mîna bi sedan ciwanên ku perwerde kirine û kirine ajan, bikin ajan.

Tevî ku malbata Hesen ji bo doza wî parêzer girtin lê Hesen 4 salan di girtîgehên Qanderê, Bursa û Amed de dimîne.

Perwerdekirina penaberan di nav kampan de û tevlîkirina Cebhet El-Nusra

Mihemed Hesen ji girtîgeha Amedê dibin kampa penaberên Sûriyê li Entabê. Di nav kampê de 2 milyon penaberên Sûrî hene.  Li gorî gotina Hesen kamp mîna girtîgehek mezin e, gelek girtiyên ku Tirkiyê bi tewanên cuda girtine lê hene.

Hesen diyar kir ku penaberên Sûrî di nav kampan de rastî binpêkirinên neexlaqî û dermirovî tên. Heta gihaşt asta ku ji ber wê tirajediyê du kesan xwe kuştin.

Hesen destnîşan kir ku piraniya endamên çeteyên ku Tirkiyê li Sûriyê desteka wan dike, di nav wan kampan de tên perwerdekirin. Tirkiyê piştî ku penaberan perwerde dike wan teşwîqî tevlîbûna Cephet El-Nusra dike.

Hesen wiha berdewam kir: "Tirkiye bi riya dazgehên çapemeniya xwe îdia dike ku ew alîkariya penaberên Sûriyê dike, lê berovajî wê ew wan wek kaxizek zextê bi kar tîne. Jiyana gelê Sûriyê li wir nayê tehemulkirin. Ciwanên di kampa Entabê de radestî Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) dikin. Ew jî yan wê wan tune bike yan wê tevlî refên xwe bike.”

 Hesen jî bi rêya deriyê sînor ê Bab El-Hewa di bajarê Idlibê re radestî Cebhet El-Nusra dikin.

Lê parêzerê Mihemed Hesen bi riya dozgeriyê Hesen ji destê Cebhet El-Nusra xilas dike, ji kampa Entabê derdikeve û xwe dighîne malbata xwe ya di encama êrîşan de ji Efrînê derketine û li Şehbayê bicih bûne.

(şx)

ANHA


Mijarên Din

Li Raî teqîn