Girtiyên Filistînê yên di zindanên Îsraîlê de greva birçîbûnê bi dawî kir

Associated Press ji berpirsên Filistînê ragihand ku bi dehan girtiyên di zindanên Îsraîlê de greva birçîbûnê bi dawî kir, ji ber ku hiştin di hefteyê de 3 caran bi malbatên xwe re biaxivin.

Wezîrê kar û barên hêsîrên Filistînê Qedrî Ebo Bekir îro got ku ew gihaştin tifaqekê bi hikumeta Îsraîlê re ku greva birçîbûnê ku 8 rojan dewam kir, bi dawî bikin, li beramberî ku bihêlin bi telefonê di hefteyê de 3 caran bi malbatên xwe re biaxivin.

Associated Press destnîşan kir ku ji ber ku Îsraîlê cîhazên tevlihevkirinê li ser telefonên destan danîn, ji ber vê yekê ji zindana Ketziot li başûrê Îsraîlê dest pê kir û li gelek zindanên Îsraîlê belav bû.

Desteya zindanên Îsraîlê got wan cîhazên tevlihevkirinê danîn da ku nehêlin bi bi telefona destan biaxivin û got ew gefên ewlehiyê çêdike.

Li gorî tifaqa nû, dê hêsîrên Filistînê di hefteyê de 3 caran bi malbatên xwe re li ser xetên giştî biaxivin.

(jo)


Mijarên Din