Girtiyên hatine berdan: Têkiliyên QSD’ê bi me re baş bûn

Hejmarek ji kesên serbest hatine berdan, got têkiliyên QSD`ê bi wan re baş bûn, her wiha tekez kirin ku ew ê li kêleka mirovên xwe bajarên xwe ava bikin.

Li ser bang û mîsogeriya rûspiyên eşîr û şêxên li bejahiya Dêrazorê ku ji aliyê QSD`ê ve hatine rizgarkirin, 44 kesên girtî ku beşdarî komên çeteyan bûbûn, serbest hatin berdan. Di vê derbarê de kesên hatine berdan, tekez kir ku piştî ku dan û standina baş ji aliyên QSD`ê ve dîtin, ew ê li fikrên çeteyan venegerin.

Têkildarî mijarê Şehîn El-Sibhî ku yek ji kesên serbest hatiye berdan, spasiya rûspiyên êlan û Rêveberiya Ewlehiya Hundirîn der barê têkiliya mirovî ku di zindanê de dîtin, kir.

El-Sibhî tekez kir ku ew ê li fikrên çeteyan, piştî dan û standina baş ji aliyê QSD`ê ve dîtin, venegerin û got: "Em ê beşdarî avakirina welatê xwe bibin, piştî ku çeteyên DAIŞ’ê ew serwer û wêran kiribû."

Mehmûd El-Hesen El-Xilîf jî wiha got: "Dema ku em li cem QSD`ê girtî bûn, têkiliyên wan bi me re baş bûn, em sozê didin şêx û rûspiyên herêmê ku em ê li gorî baweriya wan bin û em ê careke din li vê rêyê venegerin."

Her wiha Daûd El-Hesanî diyar kir ku mana wan di hundirê zindanê de hişt ku lêhûrbûnê bikin û dema ji zindanê derketin ew ê li kêleka şêniyên xwe mil bi mil malên xwe ava bikin.

Hêjayî gotinê ye ku QSD`ê di vê mehê de 43 girtiyên ku beşdarî komên çeteyan li bajarokê El-Siwer bûbûn, li ser banga rûspî û şêxên eşîrên li herêmê serbest berdan.

(eh)

ANHA


Mijarên Din