Girtiyên PJAK’ê yên di zindanên Îranê de ketin grevê

Li gorî agahiyan, duh gelek girtiyên ji doza PJAK’ê ku di zindanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de ne, li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketine greva birçîbûnê.

Çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her ku diçe, berfireh dibin. Li gorî agahiyên berdest, girtiyên ji doza PJAK’ê yên di zindanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê de, dest bi greva birçîbûnê ya ji bo 3 rojan kir.

Li gorî agahiyan hejmara girtiyên ketine çalakiya greva birçîbûnê 16 e û Elî Yekan, Beşîr Pîrmawane, Mustefa Sebzî, Turec Îsmaîl, Kemal Hesen Remezan, Îbrahîm Îsapûr, Mihemed Selehşûr, Ehmed Temwêyî, Hemîd Rehîm, Rehîm Mehmûd, Peyman Mîrzade û Kameran Derwêş di zindana Urmiyeyê de ketine greva birçîbûnê.

Zeyneb Celaliyan jî dest bi grevê kir

Her wiha Zeyneb Celaliyan li zindana Selmasê, Şakir Baxî li zindana Kaşma, Yusif Kakememî û Ehmed Silêman jî li zindana Tebrêzê dest bi greva birçîbûnê kir.


Mijarên Din