Gêlo Îsa: Astana ji bo gelê Sûriyê karesatek e

Gêlo Îsa îşaret pê kir ku nakokiyên dewletên garantor dibin sedema dijwarbûna aloziya Sûriyê, nexasim li Idlibê û civînên Astanayê ji bo gelê Sûriyê karesatek e.

Têkildarî bûyerên ku li parêzgeha Idlibê rû didin û destwerdanên biyaniyan li herêmê, ajansa me ANHA’yê hevpeyvînek bi endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd a Sûrî Gêlo Îsa re çêkir.

Di destpêka axaftinê de Gêlo Îsa destnîşan kir ku Tirkiye, Rûsya û Îranê ên qaşo navê "dewletên garantor" li xwe kirine, di heman demê de jî sedema aloziya li Sûriyê ne û armanca wan dagirkirina Sûriyê ye û wiha domand: "Bêguman ev dewletên garantor dest di kar û barên Sûriyê werdidin. Nakokiyên heyî di navbera wan de,  dibin sedem ku gelê Idlibê ziyanê bibîne.”

Îsa bal kişand ser ku ev dewlet bidawîkirina terorê di nûnertiya Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê) de naxwazin û wiha lê zêde kir: "Tirkiye hê jî bi rêya Cebhet El-Nusra hewl dide planên xwe li herêmê pêk bîne. Li hemberî destkişandina ji Idlibê, çavên Tirkiyê li herêma Şehbayê ye. Ev jî dibe sedema nakokiyan di navbera wan û Îranê de. Ji lew re Tirkiye hê jî li Idlibê ta niha negihaştiye hedefên xwe anku kaosên navdewletî îro li Idlibê bilind dibin."

‘Nakokî binyada bilindbûna aloziya Sûriyê ye’

Îsa raber kir ku gel li Idlibê ziyanê ji ber van nakokiyan dibîne û di vê derheqê de wiha got: "Rejîma Sûriyê û Rûsya ji aliyekî ve, Îran ji aliyekî dîtir ve û li rexê jî destwerdana Tirkiyê li ser Idlibê û piştevaniya çeteyan ji aliyekî dîtir ve, ev hemû dibin sedem ku ziyan bigihîje gelê Idlibê."

Îsa got Tirkiye piştevaniya terorê li Idlibê dike û wiha pê de çû: "Piştgiriya Tirkiyê ji terorê re, ji ber ku Tirkiyê bi dewletên ku destwerdana Idlibê kirine, negihişte tu encamê.”

Gêlo  Îsa diyar kir ku hêviya wan ew e ku Astana bi dawî bibe, ji ber ku Astana bû kerasatek li ser tevahî gelê Sûriyê.

‘Diyalog û nîqaş bingeha çareseriya krîza Sûriyê ye’

Gêlo wiha axaftina xwe domand: "Hêviya me ew e ku tevahî aliyên siyasî yên li Sûriyê li ser maseyekê li hev bicivin û hemû aloziyên ku gelê Sûriye tê re derbas dibe, li ser maseyê kom bikin. Divê diyalog di navbera van aliyan de li ser binyada çareseriya krîzan bi awayekî qedemeyî be da ku pê bigihîjin çareya giştî ya aloziya Sûriyê.”

‘Rejîm û opozîsyon dûrî çareseriya kaosa Sûriyê ne’

Di dawiya axaftina xwe de endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd a Sûrî Gêlo Îsa got: "Çareserkirina aloziya Sûriyê, hêviya me û hêviya gelê Sûriyê ye. Lê yên îro qaşo navê wan opozîsyona Sûriyê ye, dûrî vê hêviyê ne. Ji ber ku ev opozîsyon ne li gorî berjewendiya gelê Sûriyê dixebite, lê belê li gorî ajandeyên derve yên pê ve girêdayî, dixebite. Li rexê jî rejîma Sûriyê dûrî vê hêviyê ye, ji ber ku îro rejîm jî bê bandor e û li gorî erkdariyê dixebite. Ji lew re dubare dikim yê ku ziyan dîtiye, gelê Sûriyê ye.”

(fr)

ANHA


Mijarên Din