Gêlo Îsa bang li partiyên Sûriyê kir: Li dijî planên Tirkiyê bi gel re bin

Endamê Komîteya Navendî yê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (PDKS) Gêlo Îsa bang li partiyên Sûriyê kir ku li dijî planên dewleta Tirk ku tevahî xaka Sûriyê dike hedef, li kêleka gel bisekinin.

Dewleta Tirk a dagirker binpêkirinên xwe yên li ser xaka Sûriyê didomîn e. Ji desteka bi komên çete  bigire heta dagirkirina herêmê û binpêkirinên dermirovî, hemû qanûnên navdewletî binpê dike.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di 5'ê Kanûnê de daxuyanî dabû, gotibû tu planên wan di xaka Sûriyê de tine ne û bang li welatên derve kiribû ku ji xaka Sûriyê derkevin.

Lê binpêkirinên dewleta Tirk û siyasetên wê yên li herêmên Sûriyê ku dagirkirine armancên wê diyar dike û rûyê rast ê Erdogan eşkere dike.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (PDKS) Gêlo Îsa li ser mijarê ji ANHA'yê re axivî. Îsa got: “Tirkiye armanca dike serdema Osmanî zindî bike û vê herêmê bixe bin serweriya xwe.”

Îsa îşaret pê kir ku Tirkiye di êrişên xwe yên vê dawiyê de ne tenê Bakurê Sûriyê, heman demê de bi destekdayîna xwe ya ji komên çete yên "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê" re bandorê li herêmên din ên Sûriyê dike. Îsa got: "Tirkiye bi hinceta parastina ewlehiya netewî ya Tirkiyê destekê dide komên çete yên Artêşa Niştimanî ya Sûriyê ku niştecihan koçber dikin, sivîlan qetil dikin û milkên wan talan dikin."

Gêlo Îsa anî ziman ku tevî hemû binpêkirinên Tirkiyê yên li Sûriyê vîna gelên herêmê naşkê û wiha pê de çû: "Erka partiyên Sûriyê yên bi navê gelê Sûriyê diaxivin ew e ku bi gel re li hemberî plan û sûcên Tirkiyê bisekinin.”

 ANHA


Mijarên Din