​​​​​​​Gêlo Îsa: Nelihevkirina gelê Sûriyê aloziyê kûrttir dike

Siyasetmedar û endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Gêlo Îsa got: “Ji ber ku gelê Sûriyê di nav xwe de lihev nakin û hinek ji wan girêdayî hinek aliyên derve ne, aloziya Sûriyê kûttir dibe.”

Li gorî lêkolînerên rewşa Sûriyê, li ger berdewamkirina pirsgirêka Sûriyê bi hişmendiya aliyên hundirîn ên ku ji çend beşan re parçe bûne û armanca her beşekî ji yên din cuda ye, aloziya Sûriyê didome.

Çavdêr diyar dikin ku çareserî pêwîst e, ji ber ku berdewamkirina aloziya Sûriyê wê welêt ber bi kerasetek mirovî ve bibe. Ev çareserî di qebûlkirin aliyên hundirîn hev du de ve girêdayî ye.

Têkildarî mijarê siyasetmedar û endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Gêlo Îsa got: "Aliyên têkildarî bidawîkirina aloziya Sûriyê bi awayekî cidî kar nakin. Ew daxwazên derve tînin cih. Bi vî şiklî jî gihaştina çareseriyekê ku xizmeta gelê Sûriyê dike ne pêkane."

ÇARESERÎ DI DESTÊ ALIYÊN HUNDIRÎN DE YE NE DERVE!

Îsa got: “Çareseriya aloziya Sûriyê ya ku hinek maye sala xwe ya nehan bidawî bike, bi diyaloga sûrî-sûrî û karê cidî ji hêla aliyên hundirîn ve dûrî siyasetên derve ku hewl didin berjewendiyên wan pêk bînin girêdayî ye.”

Îsa wiha domand: "Ne opozîsyona Sûriyê ya ku bûye amûrek di destê dewletên derve de bi taybet Tirkiyê û ne jî rêveberiya dewleta Sûriyê bi vê rêbazê nikarin bigihêjin çareseriyekê. Rêveberiya dewleta Sûriyê bi hişmendiya beriya islamê kar dike û daxuyanî dide, ev hişmendiya ku welat wêran kir."

Îsa girêdayî heman mijarê ev tişt destnîşan kir: "Dema em bixwazin aloziyê bi dawî bikin û çareseriyekê peyda bikin, divê destpêkê em ji bo gelê Sûriyê cidî kar bikin. Ji bo şoreşa gel li tevahiya Sûriyê em bi awayekî demokratîk bi rêya diyaloga sûrî-sûrî li ser maseyekê dûrî hevdîtinên aliyên derve kar bikin. Wê demê em dikarin vê aloziyê bi dawî bikin."

ESED DIXWAZE TIRKAN JI BER XWESTEKE RÛSAN RAZÎ BIKE

Têkildarî daxuyaniya dawîn a serok Beşar Esed, Îsa got: "Daxuyaniyên Beşar Esed ji daxuyaniyên wî yên berê bi temamî cuda ne. Carekê dibêje Kurd beşek nayê parçekirina ji tevana Sûriyê ye. Carek din dibêje Kurd komek koçber in ji derveyî Sûriyê hatine. Esed ji ber xwesteka rûsan bi rêya van daxuyaniyan dixwaze Tirkan razî bike. "

Beşar Esed di 4’ê Adarê de ji kanala Russia 24 re di destpêka Adarê de bersîva pirsa siyasetên hikumetê li hember Kurdan çi ye? da û got: "Tiştek bi navê doza Kurd li Sûriyê tune ye. Ew kom ji ber çewisandina Tirkiyê ji Tirkiyê hatin bakurê Sûriyê. Li Sûriyê nasnameya Sûriyê wergirtin tevî ku ne sûrî ne. Tişta bi doza Kurd bi nav dikin, sernavek derew û xeyalî ye."

Îsa diyar kir ku şêniyên herêmê li hember artêşa Tirk a dagirker li ser dirêjahiya sînorên Sûriyê bi Tirkiyê re liber xwe da û wiha pê de çû: “Di dema ku hikumeta Sûriyê bêdeng ma. Mîna ku li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê pêk hatiye.”

Îsa gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Em Kurd li Sûriyê bi diyaloga sûrî-sûrî re ne. Ji bo ku aloziya Sûriyê bi dawî bibe. Divê hikumeta Sûriyê û opozîsyon ji bin kontrola dewletên derve derkevin û erkên xwe li hember gel bînin cih. Ji ber ku sûrî di nav xwe de lihevdu nakin û girêdayî hinek aliyên derve ne aloziya Sûriyê kûrttir dibe."

(şx)

ANHA


Mijarên Din