Gêlo Îsa: Ocalan ji Îmraliyê destê xwe ji aştiyê re dirêj kir

Endamê Komîteya navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Gêlo Îsa got, birêz Abdullah Ocalan ji Îmraliyê di nameya xwe ya dawîn de destê xwe ji aştiyê re dirêj kir û anî ziman ku Ocalan teqezî li ser girîngiya diyalogan ji bo çareserkirina nakokiyên li herêmê de kir.

Girêdayî nameya dawîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji Îmraliyê şandiye endamê komîteya navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (PDKS) Gêlo Îsa ji ajansa me re axivî.

Parêzerên Ocalan di destpêka Gulanê de bi miwekilê xwe re civiyan. Tevî birayê wî Mihemed ê ku di roja yekemîn a cejna Remezanê de karî Ocalan bibîne. Ocalan di her du hevdîtinan de name şandin. Ocalan di nameyan de banga çareserkirina pirsgirkên herêmê bi rêya diyalogê û dûrketina ji siyaseta kuştin û înkarkirinê kiribû. Her wiha gotibû ku ti encamên wê siyasetê tine ne.

Girêdayî nameya Ocalan Îsa got: "Birêz Ocalan hewl dide aştiyê li herêma Rojhilata Navîn bîne cih. Ocalan ji Tirkiyê destpê kir dema got gelê Kurd û Tirk nikarin ji hev cuda bijîn, ev teşeyek ji jiyana hevpar e ku  her du gelan bi hev ve girê didêye, Kurd li ser xaka xwe li Mezoptamyayê dijîn, Tirk jî li Anadolaya Navîn dijîn."

Îsa wiha domand: "Ji ber wê divê em jiyana bi hev re berdewam bikin, dest bi diyalogê bikin, dosyayên nakok vekin û hindek kirinên ku der heqê gelê Kurd de têne kirin bidawî bikin. Her wiha asoya çareseriyê di navbera her du gelan de vekin. Partiya Gelan a Demokratîk dikare rolek sereke di vî warî de bilîze."

Gêlo destnîşan kir ku Ocalan got divê pergala hikumê ya herêmê demokratîk be, tê de dewlet ji gel re vekirî be û tevahiya cûreyên serdestiya yek partî yan jî êlî ji holê rabe. Ji bilî pergala demokratîk ti pergal nikare vîna gelên herêmê birêve bibe.

Îsa wiha domand: "Birêz Ocalan nameya aştiyê datîne ser masaya dewleta Tirk, Sûriyê, Iraq û Îranê û teqez dike ku divê dozên herêmê bi rêya diyalogê werin çareserkirin. Ji ber ku şer siyaseta dema berê ye. Ji vir Ocalan dixwaze bêje ku di dawiyê de dê hemû vegerin masaya diyalogê da ku nakokiyan çareser bikin."

Têkildarî nameya Ocalan ji çalakgerên grevên birçîbûnê re Gêlo Îsa got: "Ocalan di nameya xwe de ji çalakgerên grevên birçîbûnê re got ku nabe bi grevan jiyana xwe bi dawî bikin lê belê bi têkoşîna xwe jiyanek nû bi afrînin û asta têkoşînê mezin bikin."

Endamê komîteya navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Gêlo Îsa di dawiya axaftina xwe de got: "Ya girîng niha ew e ku pêkhateyên herêmê li rex hev du kar bikin û projeyek mirovî ava bikin ku hemû cihê xwe tê de digirin. Divê gel ji nameya Ocalan re bibe bersîv û piştgiriya Ocalan bikin ê ku ji Îmraliyê destê xwe ji aştiyê dirêj kiriye."

(şx)

ANHA


Mijarên Din