Gorên şehîdên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi gul û mûman xemilîn

Vê êvarê şeva Cejna Remezanê bi hezaran şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana goristanên şehîdan kirin, mûm li ser gorên wan vêxistin û gul danîn.

Bi rasthatina Cejna Remezanê re şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana goristanên şehîdan kirin. Şêniyan ji beriya herkesî cejna şehîdan pîroz kirin, ji ber ku şehîdan ji bo gelên herêmê di nav ewlehiyê de bin û bi rehetî boneyên xwe pîroz bikin canê xwe feda kirine.

Têkildarî mijarê şênî û hevalên şehîdan ên navçeya Tirbespiyê serdana Goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Dugirî kirin. Her wiha şêniyên navçeya Serêkaniyê ya kantona Hesekê serdana Goristana Şehîdan a Serêkaniyê kirin. Şêniyan mûm li ser gorên şehîdan vêxistin û gul danîn.

Li kantona Şehbayê jî, piştî nimêja berêvarê, bi dehan şêniyên Efrînê, Şehbayê û malbatên şehîdan ji bo bîranîna şehîdên Berxwedana Serdemê serdana Goristana Şehîdan a navçeya Ehrezê kirin.

Şêniyan mûm vêxistin û gul danîn ser gorên şehîdan. Şêniyan dirûşmeyên silavkirina şehîdan berz kirin û Berxwedana Serdemê de hevoka `Cejna Serok Apo û şehîdan pîroz be` bi mûman xêz kirin.

Bi hezaran gorên şehîdan ên ku şerê çeteyên Cebhet El-Nusra, çeteyên DAIŞ’ê û dagirkeriya Tirk kirine hene. Mîna goristanên Şehîd Refîq, Seydo û Avesta li kantona Efrînê yên ku dagirkeriya Tirk dema Efrîn dagir kir, ew wêran kirine.

Li bajarê Tebqayê jî bi rasthatina cejna Remezanê re vê êvarê bi sedan şêniyên Tebqa û gundewarê wê tevî şervanên QSD`ê berê xwe dan Goristana Şehîdan a bajarê Tebqayê. Şêniyan li wir jî mûm li gorên şehîdan vêxistin û gul danîn.

(şx)

ANHA


Mijarên Din