Greva birçîbûnê ya pêkhateyên Cizîrê di roja 2‘yemîn de didome

Greva birçîbûnê ya pêkhateyên herêma Cizîrê ya bi armanca şeremzarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ket roja xwe ya duyemîn.

Bi diruşmeya "Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê têk bibin û bi Rêber Abdullah Ocalan re azad bijîn" Kongreya Star  û Meclia Malbatên Şehîdan a herêma Qamişlo bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştevaniya bi çalakgerên grevên birçîbûnê û rojiya mirinê duh konê çalakiya grevê birçîbûnê li pakra 19‘ê Tîrmehê ya vedan. 154 kes ji pêkhateyên herêmê, Kurd, Ereb û Suryan beşdarî grevê bûne.

Çalakî di roja xwe ya duyemîn de didome. Konê çalakiyê bi wêneyên şehîdan, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Leyla Guven û çalakgerên di grevê de yên Ewropayê hatibû xemilandin.

Rêvebira Kongreya Star Hediya Hiznî ku di grevê de ye anî ziman ku hemleyên grevên birçîbûnê li Kurdistanê û Ewropayê berdewam in û got: "Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di grevê de ye, ereka me ye piştgiriya wê bikin û bikevin grevê."

Hediya destnîşan kir ku bi saya fikr û felsefeya Ocalan jin bûye hêzeke di civakê de û got: "Ocalan rê li pêşiya jin vekir da ku mafê xwe bi dest bixe."

Ji pêkhateyê Suryan û yek ku çalakgerên greva birçîbûnê Butris Beşrî bang li hiqûqa mafê mirovan û rêxistinên navdewletî kir ku binpêkirinên Tirkiyê bi sînor bike û wiha got: "Em hemû Rêber Apo ne û şagirtên wî ne. Tu kes nikare îradeya me bişkîne."

Çalakî berdewam e.

ANHA


Mijarên Din