Greva giştî li Sûdanê dê 2 rojan dewam bike

Karmend û kardarên Sûdanê beşdarî greva giştî ya 2 rojan bûn. Serkêşên xwepêşandanan banga grevê wê kiribû da ku zextê li ser Meclisa Leşkerî ya Demkî bikin û desthilatê radestî sivîlan bikin.

Dan û standinên di navbera Deklarasyona Guhertin û Azadiyê de ku nûnertiya xwepêşandêran dike û Meclisa Leşkerî ya Demkî de ku piştî ketina Omer El-Beşîr derbasî desthilatê bû, tevlihevî çêbû. Ev yek jî piştî ku li ser belavkirina serdestiya di navbera leşkeran û sivîlan de tevlihevî çêbû, pêk hat.

AFP`ê ragihand ku karmendên li balafirgeha Xertûmê, banka navendî, şîrketa kehrebeyê û dozgeriya giştî ragihand ku ew ê heta 48 seatan kar rawestînin.

Ji 6`ê Nîsanê ve bi hezaran xwepêşandêrên Sûdanê li nêzî navenda fermandariya giştî ya hêzên çekdar li navenda Xertûmê xwepêşandanan li dar dixin. Wan banga xistina Omer El-Beşîr ji desthilatê kir û di 11`ê Nîsanê de artêşê ew ji desthilatê avêt û desthilat bi dest xist. Xwepêşandêr jî banga radestkirina desthilatê ji sivîlan re dikin.

Fermandarê di koalîsyonê de Sedîq Faroq ji AFP`ê re wiha got: "Bi awayekî bilind banga xwestekên me hatin bicihkirin. Ew zêdetirî texmînên me bû. Beşin hebûn me texmîn nedikir ku beşdar bibin û erêkirin ji aliyê wan ve hate kirin."

Faroq diyar kir ku ew ê grev 2 rojan dewam bike, bi wê yekê ew dixwazin nameyekê ji cîhanê re zelal bikin ku gelê Sûdanê dixwaze guhertineke rast çêke û qebûl nake ku desthilat di destê leşkeran de bimîne.

(jo)


Mijarên Din