​​​​​​​Grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê dewam dikin

Di serî de li girtîgehên dewleta Tirk, li Mexmûr û Yewnanistanê çalakiyên greva birçîbûnê li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan dewam dikin.

Grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan ku 27'ê Mijdarê ji hêla girtiyên siyasî ve 27'ê Mijdarê dest pê kirî, didomin.

Greva birçîbûnê ya ku bi pêşengiya girtiyên PKK'yî û PAJK'î dest pê kirî di roja 52'an de bi koma 11'an didome.

Her wiha gireva birçîbûnê ya li Mexmûrê ji 18'ê Kanûnê û vir ve didome. Greva birçîbûnê ya li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê kete roja 31'ê.

Li wargeha Lavrîo ya Yewnanîstanê jî ji bo tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan bi dawî bibe û zextên li ser girtîgan biqedin ev 14 roj in greva birçîbûnê heye.

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Tevgera Jinên Kurdistanê a Ewropayê û Navenda Çanda Kurdistanê pêşengiyê li çalakiyê dikin.


Mijarên Din