Guherîneke tund

XIYAS NEÎSE (Koordînatorê Şepêla Çepgir a Şoreşger)

Piştî hefteyekê ji hevrikiya şeklî di navbera endamên Meclisa Ewlehiyê û bikaranîna Çîn û Rûsyayê ya vetoya li dijî projeya ku Almanya û Belçîkayê pêşkêş kiriye, da ku alîkariyan bi dema salekê di 2 dergehên Tirkiyê re derbas bike, meclisê biryar da ku divê tenê derbaskirina alîkariyên mirovî ji Tirkiyê re bi rêya dergehekê pêk bê. Ew jî piştî alîkariyên mirovî di 4 dergehan re derbas dibûn, piştre par bû 2 dergeh û îsal jî bû dergehek ku di Tirkiyê re derbas bibe.

Vê mijarê gelek dahûrandin û analîzên nakok çêkirin, lê belê ya mîsoger ev e ku Rûsya ji aliyekî ve hewl dide alîkariyên NY’yê yên mirovî bi rejîma Sûriyê re bi rêya itîrafkirina bi rewabûna rejîmê ve girê bide, li aliyekî din jî Rûsya hewl dide parastina têkiliya baş bi Tirkiyê re bike, her wiha hişt ku tenê dergehek bimîne û vekirina dergeha Til Koçer/Yeirûbiyê ya derbaskirina alîkariyên mirovî ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, red kir.

Bi wê re, doza alîkariyên mirovî ji Sûriyê re, bû  kaxiza dan û standinên siyasî li gorî berjewendiyên dewletên destwerdanê li Sûriyê dikin, her tim jî li ser hesab û jiyana gelê Sûriyê ye. Lê belê rûyê din ê kêmkirina hejmara dergehên fermî li pêş dergehên nefermî mecalê vedikin, her wiha da ku çalakiyên dizîn û qaçaxiyê ji her cureyî pêk bînin. Sînorê fireh ê bi Tirkiyê re ku dikeve bin serweriya artêşa wê ya dagirker û çeteyên wê, bû jêderka kel û pel û firotinên Tirkiyê, bi wê re aboriya Tirkiyê li pişt wê gelek qezenc bi dest xist.

Qanûna Qeyser ji bilî geşkirina qaçaxiya tevahî cureyên kel û pelan di sînorê Sûriyê re, tiştekî nû pêk neanî, bi wê re jî metoda aborî ku xwe dispêre bingeha gendeliyê, xurt dike, dê hêza berhemdanê ku hê jî heye, lawaz bike. Sûriye roj li pey rojê ji hev dibe, hem erdnîgarî, hem siyasî, hem aborî û hem civakî û krîza wê kûrtir dibe. Ev jihevkirin û rizîbûna giştî dê tariya xwe ya giran û reş li pêşeroja welat û gelê wê bixe.

Pêşîlêgirtina karesateke muhtemel, pêdiviya wê bi projeyeke siyasî û civakî ya nû û parçeyî heye ku berjewendiyên gelê Sûriyê bi giştî û yekser ku xwe bispêre destkeftiyên projeya Rêveberiya Xweser, heye. Ji bilî wê mirineke hêdî li pêş hêviyên sûriyên di pêşerojê de heye û ev yek guherîneke tund û hesas e di dîroka welat de.

(fr)

ANHA


Mijarên Din