Guhertina demografiyê didome… bi hezaran malbatên çeteyan li Efrînê bi cih dikin

Komên çete yên artêşa Tirk a dagirker veguhastina malbatên xwe ji Idlibê ber bi Efrînê ve berdewam dikin, çeteyan ji bo guhertina demografiya herêmê zêdetirî 160 hezar kes bi cih kirine.

Piştî pêşketina rejîma Sûriyê li parêzgeha Idlibê û kontrolkirina bajarê Xan Şêxûn û herêmên din, komên çete malbatên xwe li Idilibê birin navçeyên kantona Efrînê.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ku komên çete zêdetirî 160 hezar kes ji Idlibê birin Efrîna dagirkirî, çeteyan ew li malên şêniyên Efrînê li hundirê navçe û gundan bi cih kirin.

Çavkaniyekî herêmî ji hundirê Efrînê got çeteyên artêşa Tirk a dagirker di 2 rojên çûyî de hezar û 800 Kes li gundên Mersewa û Mirêmîn ên girêdayî navçeya Şera bi cih kirin.

Çavkaniyekî din ji navçeya Bilbilê teqez kir ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker koçber û malbatên xwe li gundên Heftaro, Zerî, Ebîdan û Kirdo ya navçeya Bilbilê û li gundên ser sînorê li Efrîn û Cindirêsê bi cih dikin.

Li navçeya Cindirêsê jî çavkanî destnîşan kir ku çeteyan beriya çend hefteyan navendeke leşkerî ji çeteyan re li gundê Mihemediyê ava kir û niha çete malbatên xwe li wê navendê bi cih dikin.

Her wiha çeteyên Feyleq El-Şam bi dehan çete birin gundê Qîlê li Cindirê.

Ew yek di çarçoveya guhertina demografiya kantonê de ku ji destpêka dagirkirina herêmê ve pêk tê.

(jo)

ANHA


Mijarên Din