Guleavêtina bêserûber rewşeke belavbûyî ye û encamên xeteriyê bi xwe re tîne

Di rewşa şer de êdî avêtina guleyan ji bo şêniyan normal bûye, ji ber we rêjeya birîndarbûnê bi guleyên bêserûber di nava şênî û zarokan de zêde bûye.

Di dema ku li Sûriyê şer heye, li sûkên veşartî çek têne firotin û her kes dikar bikire û bi awayekî ruxestkirin û ne ruxsetkirî bikar bîne.

Kantona Kobanê mîna hemû bajarên Sûriyê ye guleavêtina bêserûber lê belav e. Şêniyên bajêr vê yekê red dikin bi taybet di demsala Havînê de ji ber piraniya şêniyan li ser banên malên xwe radizin. Bi guleavêtinê re gûmana birîndarbûna şêniyan zêde dibe.

Rola hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê guleavêtinê de

Yek ji rêveberên Odeya Sûcên Rêxistinkirî ya girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundrîn (Asayîş) Salih Mihyedîn tekez kir ku guleavêtina bêserûber xeteriyeke mezin li ser civakê çêdike, divê ku were sekinandin, bi taybet ji ber gelek birîndar ji ber vê yekê çêbûne û hîn jî têne dermankirin.

Salih Mihyedîn di axaftina xwe de wiha got:"Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi hevkariya polîsên Hewarî didin pey kesên ku guleyan bê serûber di nava taxên bajar û derveyî wê de diavêjin."

Mihyedîn destnîşan kir ku kesên têne girtin radestî Dadgeha Gel têne kirin da ku li gorî sûcên xwe werin cezakirin.

Salih Mihyedîn bang li Hêzên Parastina Civakî û rêveberên komînan li bajêr kir ku alîkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bikin da ku li hember vê yekê bisekinin. Her wiha bang li welatiyan kir ku giliyê kesên ku guleyan berdidin, bikin da ku Hêzên Ewlekariyê bi hevkariya şêniyan parastina civakê bikin.

Rola dadgehê di parastina gel de

Endamê Desteya Cudakirin(Jarav) û Jinûvexebatkirin(Istînaf) ya Dadgeha Gel li bajarê Kobanê dadger Abdullah Casim ji ajansa me re diyar kir ku darizandin ji kesekî heyanî kesekî dîtir tê guhartin. Îşaret pê kir ku dadgeh der barê kesên sûcdar de bi hêsanî pê nagre û ji her rewşek sûcê re li gor wê tewanbar tê darizandin.

Dadger Abdullah Casim wiha lê zêde kir ku cihêrengiya darizandinê li gor rewşên birîndariyê ye. Her wiha diyar kir ku ji ber wê li bajêr rewşên kuştin û birîndariyên kûr derketin. Hikumên darizandinê der barê kesên sûc kirine de ji 10 rojan heta 3’ê salan in, ew jî li gor hikum û sûcê kiriye.

Abdullah bal kişand ser ku di rewşan çek tên desteserkirin û xwediyê wê ji nû ve ji bo ruxstkirinê mehrûm dibe û ji wê jî zêdetir li ser sûcê kiriye jî hejmara madî ji 10 hezaran û jordetir lê tê birîn."

Ev jî li gel zarokan tu cudabûna xwe tune ye. Rewşa guleavêtina bê serûber li gel mezinan ne cudatir e ji rewşa bêlîskandina zarokan bi çekên plastîk ên ku di cejnan de jê re tên kirîn, form û cure ji hev cuda ne, lê naverok îşaretî tundiyê dike.

Hêzên Parastina Civakî xebata li dijî vê rewşê didomîne

Endamê Meclisa Rêveberiya Hêzên Parastina Civakî ya li kantona Kobanê Nedîm Emo Ehmed tekez kir ku ew vê rewşê bi havkariya Hêzên Taybet ên Ewlekariya Hundirîn li bajêr û derveyî wê qedexe dikin, ji ber ev rewş li ser civakê xeterî ye.

Her wiha jî îşaret bi rola şênî ya ku agahiyê der barê kesên ku guleyan di nava bajêr davêjin de bide, ya herî baştir e.

Nedîm lê zêde kir ku Hêzên Parastina Civakî di navbera dewriyeyên xwe yên di hundirê taxên bajêr de kesên guleyan diavêjin dişopînin û bin çav dikin û çekên wan jî desteser dikin.

Desteya Tendirustiyê gelek birîndariyên bi sedema guleavêtina bê serûber kişf kirin

Li gor agahiyên ku ajansa me ANHA’yê ji Desteya Tendirustiyê ya kantona Kobanê wergirtiye ku gelek rewşên birîndariya bi guleyan rakirine nexweşxaneya Kobanê ji 20 Çileya 2018’an heta 30’yê Gulana vê îsal gihaştine 33 kesan.

Li rexê jî, hê dengê guleyan di piranî koçeyên bajêr de tê. Lê belê kesên ku guleyan diavêjin berpirsiyariya ku dikeve ser milê wan ji parastina ewlehî û aştiya sivîlan di hundirê bajêr de, ne di xema wan de ye.

Heta niha tu hemeleya danasîna rênîşankirina şêniyan der barê ziyanên ku guleavêtina bêserûber de çi dike, nehatiye destpêkirin.

(bx-fr)

ANHA

 


Mijarên Din